Payîz Tunç ya li dijî tecrîdê dimeşe: Çavê her kesî li azadiya Rêbertiyê ye 2025-01-29 09:04:43   Melek Avci   ENQERE - Payîz Tunç a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan, çavdêriya xwe ragîhand û got: “Di mijara azadiya fîzîkî ya serokatiyê de çavê her kesî li vir e. Me ev ferq kir. Hevdîtin tên şopandin, her kesî bala xwe daye azadiya serokatiyê û bi hesret vê dipên.”   Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" li bajarê Lorîent a Fransayê di 21’ê Çile de ji bo "Meşa Dirêj" meşvanan dest bi meşê kir û 7 roj in didome. Fînala meşê wê Strazburg be. Coş û kelecana meşvan û gel tê jiyîn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan derket pêş.   Payîz Tunç ya tevli meşê bû da seranserê meşê tiştên jiyabû vegot.   26 roj 26 bajar û 26 kes   Payîz Tunç ku tevli meşa dirêj bûye bi 25 hevalên xwe re bi rojane dimeşe û da zanîn ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdînan pêk tînin. Payîz Tunç wiha got: “Weke ku hûn jî dizanin, ev du sal in pêvajoyeke êrişê heye û qonaxa yekem a vê pêvajoya êrişê jî bi armanca şikandina tecrîdê bû. Me ev yek qismî bi çalakiyan pêk anî. Xwepêşandanên li gel hemû gelê me bi muzakereyên dîplomatîk qismî hatin şikandin. Helbet em vê di sala duyemîn de jî bi şîara 'Ji Rêberê me re azadî û ji Kurdistanê re statu' berdewam dikin. Ji ber ku em dikevin salvegera komployê, me dîsa meşeke dirêj organîze kir. Hejmarên sembolîk hene; 26 roj, 26 kes, 26 bajar. Û îro 7'emîn roja meşa me ye. Di hevdîtinên dîplomatîk ên ku em li her bajarê ku em ziyaret dikin de em dosyayên xwe yên li ser tecrîd û azadiya Rêbertiyê pêşkêş dikin. Em bi taybet malbatên şehîdên xwe serdana malan dikin û bi giştî jî derbarê pêvajoyê de belavokan belav dikin."   Baskê enternasyonalîst û ciwanan dest pê dike   Payîz Tunç daxuyakirin ku meş ji sê aliyan dest pê dike û wiha dirêjî dayê: “Meşa ciwanan wê di 29'ê Çile de dest pê bike û piştre enternasyonalîst dest bi meşê bikin. Sala borî sê destan bû; Komek gerok, par 25 roj bû, îsal 26 roj e, ji ber ku em bi esareta Rêbertî re hesab dikin. Ciwan, enternasyonalîst û em hebûn. Cihê hevdîtina van her sê baskan Strasboûrg bû. Niha jî şaxa ciwanan wê ji Elmanyayê dest pê bike, me vê carê hevalên navneteweyî tevlî nekirin, me xwest ku şaxa xwe ava bikin û ji Swîsreyê dest pê dikin. Bi baweriya min par û îsal milên hevalên enternasyonalîst pir rengîn û xweş bûn. Wê îsal jî wisa be. Wê îsal plansaziya wan bi vî rengî cuda be.”   Du dosya tên pêşkêşkirin: Tecrîd û statu   Payiz Tunç daxuyakirin ku der barê pêvajoyê û Rojava de du dosya pêşkêş kirine û wiha anî ziman: “Em bi du dosya diçin. Ya ewil der barê tecrîdê de ye ya duyem der barê statuya li Rojava de ye. Hevdîtin erênî derbas bûn. Xesasiyeta li hember serokatiyê û Rojava derdikeve holê. Di vê mijarê de xwedî agahîne. Pirsên cuda dipirsin. Mijarê dişopînin. Ev bi hêvî ne.”   ‘Bawerî û coşek mezin heye’   Payîz Tunç destnîşan kir ku ew di vê pêngavê de bi biryarin û wiha berdewam kir: “Em azadiya serokatiyê û ji bo Kurdistanê statuyê dixwazin. Em dibêjin ji bo vê çi pêwîst be em dikarin bikin. Atmosfer jî pir xweş û bi heyecan e. Carinan heval dipirsin, 'tu diwestî?', na, em ne westiyane, ji ber ku em enerjiyek pir baş distînin û bi refleksên pir erênî re rû bi rû dimînin. Ew pir hembêz û germ e û li hin deveran çîrokên şermkirinê jî hene, lê em dibêjin ku hûn jî mêvandariya me dikin, lewra nabe ku şermek di vî warî de hebe ji ber ku tiştên ku her kes di warê civakî de dikare bike hene. Her kes xwedî awayê îfadekirinê ye, di vê wateyê de pir bi coş û heyecan e. Bawerî çavê me dikişîne. Li ser bawerî û serkeftinê girîngiyek cidî heye."   Dîplomasî çi dibêje   Payîz Tunç di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li her bajarê ku em serdanê dikin, em bi qeymeqam, şaredar, meclîs û parlementerên pileya yekem re hevdîtinan pêk tînin. Dosyayan pêşkêşî wan dikin, bi giştî li ser çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Rêbertî pirsan dikin. Bê guman, hin kes nebza me kontrol dikin, mîna 'Ez meraq dikim gelo nîşanên pirsê hene', lê bi giştî ew pir erênî ye. Nêzîkatiyên parlementer, şaredar, meclîs û saziyên çep ên civakî yên ku me ziyaret kirin, bê guman erênî, piştgirî û li ser me sekinîn. Ji ber ku dibêjin 'Belê, pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku me û hemû cîhanê bi hev ve girêdide ye' û tekez dikin û destnîşan dikin ku divê ev yek bê çareserkirin. Di derbarê azadiya Rêbertiyê de tu nakokî di navbera parlementer û şaredaran de nîne. Di vê derbarê de sozên ku dane me hene. Gelek kes destnîşan kirin ku ew ê werin çalakiya Strasboûrgê. Daxwaz hene ku pêvajoya pêşeroj bi hev re plan bikin. Em jî wan pêşwazî dikin. Helbet ev bi çalakiya Strasboûrgê bi dawî nabe, fînala meşê wê bibe Strasboûrg û xebatên me yên dîplomatîk ên pêş de jî wê li ser azadiya fîzîkî ya Rêbertî û statûya Kurdistanê lêkolîneke kûrtir be."   ‘Em li Strazburgê bên gel hev’   Payîz Tunç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji gelê xwe re vê dibêjin; Azadiya Rêbertiyê azadiya me ye, azadiya me azadiya zarokên me ye, azadiya zarokên me azadiya erdnîgariya me ye, azadiya erdnîgariya me azadiya ekolojiyê ye. Em bi taybetî bang li jinan dikin, ji ber ku weke Rêbertî got, ger jin di civakê de azad nebe, tu kes û ti tişt azad nabe. Ji ber vê yekê em hemû bi hev re dibêjin destê malbata xwe, zarokên xwe, her kesê din bigirin û werin em li Strasboûrgê bicivin. Ev tê wê wateyê ku divê em bêtir xwe bi paradîgma an xeta xwe ve girêbidin. Ev xwedîderketin bi serê xwe ne teoriyek e, doza kesayet û hebûna me dike. Me ev dît, li me xuya kir û hêzê dide me."