Malbatên şehîdan êrişên li ser Rojava şermezar kirin 2025-01-29 11:27:20        NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Mexmûrê êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet li ser Bendava Tişrînê bi tûndî şermezarkirin û diyarkirin ku ‘dijmin bi hemû hovîtiya xwe ve êrişî Bendava Tişrînê dike, lê bila dijmin baş bizanibe ew çibikin jî wê nikaribin biserbikevin’.   Ev zêdeyî du mehane li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê êrişên dewleta Tirkiye hîn dijwartir bûye. Di van êrişan de bi sedan kes di nav de jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin û birîndar bûn.   Têkildarî van êrişan û berxwedaniya gelê Rojava û Bendava Tişrînê, şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan. Bi kombûna xelkê wargehê ya li avahiya Malbatên Şehîdan di kesayeta şehîdên Bendava Tişrînê de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Saziya Malbatên Şehîdan Sariya Marînos ve hat dayîn.   Sariya Marînos di destpêka axaftina xwe de şehîdên Bendava Tişrînê bi bîr anî û ji birîndaran re jî şîfa xwest û wiha peyîvî: “Ev demeke dirêj e dijmin bi hemû hovîtiya xwe êrişî Bendava Tişrîn û Kobanê dike, lê ti carî jî nekariye bi serbikeve û bi ser nakeve jî. Ji ber ku yên li Tişrînê li berxwe didin şagirtê yên ku li Kobanê li beramberî DAIŞ a ku ti nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtî, têkoşiyane."   Di dewamiya daxuyaniyê de Sariya Marînos da zanîn ku cîhan ker, kor û lale û wiha domand: “Li ber çavên hemû cîhanê ev hovîtî tê kirin, ji ber ku mijar Kurd e ji bo wê kes dengê xwe dernaxe. Naxwazin azadiyek a Kurdan çêbibe ji ber wê her kes ker, kor û lal e. Li Rojavayê Kurdistanê pîr, kal, jin û zarokan tên qetilkirin, her wiha rojnamevanan hedef digirin. Ji bo wê em dibêjin bila dijmin baş bizanibin, heta Kurdek hebe, ew ti carî nikarin bi serbikevin. Ji ber ku êdî ew ne Kurdê berê ye, Kurd teslîm nabin. Em dubare berxwedana Rojava û Tişrînê silav dikin. Wek Saziya Malbatên Şehîdan em wan ti caran bi tenê nahêlin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ bi dawî bû.