'Dema welatê mirov tune be, rûmeta mirov jî tune ye' 2025-01-30 09:06:25   Mîdye Miqted   HELEB - Xedîce Mihemed a heta temenê xwe yê mezin têkoşîn ji bo ax û welatê xwe daye diyar kir ku ew ji bo welatê xwe her bi eşqekê tev digeriya û wiha got:"Ewqas sal in em bindest in lê bi saya Rêberê me em hişyar bûn. Ji kezeba me şêrîntir ti tişt tune ye lê dema welatê mirov tune be, rûmeta mirov jî tune ye."   Xedîce Mihemed a heta temenê xwe yê mezin têkoşîn ji bo ax û welatê xwe daye û di heman demê de dayika pakrewan Huner e, berdêlên mezin li dijî êrişan daye. Xedîce Mihemed a ku temenê wê bi têkoşînê derbas bûye da zanîn ew ê tu carî terka têkoşîna xwe neke û got tevî vî temenê wê jî çi jê bê xwestin amade ye ku bike.    'Pêşî li têkoşîna me nedihat girtin'    Xedîce Mihemed a dayika pakrewan Huner di destpêka axaftina xwe de qala xebata xwe ya cebhewî kir û wiha got:"Beriya salên 1995'an tevî ku xebata cebhewî bi awayekî fermî nehatibû ragihandin lê dîsa me xebata xwe dimeşand bi hevalan re em derbasî malbatan dibûn û me civînên xwe çêdikir lê belê piştî sala 1995'an bi awayekî fermî hat ragihandin wê demê me xebata xwe zêde kir. Me civîn di nava malan de li dar dixistin. Her wiha ji ber wê demê rêjîma Bassê li ser lingê xwe bû û me binçav dikirin. Me xebata xwe bi dizî dikir. Gelek caran em hatin girtin lê pêşî li tekoşîna me nedihat girtin. Deng ji hevalan ji me re dihat ji bo ku em guhdar bikin. Me di nava cilên xwe de vedişart. Li malan me komînên xwe ava dikir û bi vî awayî me guhdar dikirin."   'Ji bo welatê xwe her em bi eşq bûn'   Xedîce Mihemed da zanîn ew her tim ji bo welatê xwe bi hestên evîndariyê tev digeriyan û wiha pê de çû:"Me ji nava gel ji bo hevalan alîkarî kom dikir. Her malbetek çi ji destê wan bihata didan. Tevî ku em diwestiyan jî lê belê me karê xwe her carê bi serkeftinê tacîdar dikir. Her dayikek cebhewî ji me li kêleka karê xwe di nava heyvê de çend heval tevlî nava refên şervanên azadiya Kurdistanê dikirin.Tevî karê me em hînê zimanê Kurdî jî dibûn. Dema 15'ê Tebaxê me civîn bi gel re çêdikir. Çiqas xebatên me gelek bûn lê dema ji bo welatê me bû em nediwestiyan û her em bi eşq bûn."   'Ji dîtina Rêbertî min hêz girt'   Di berdewamiya axaftina xwe de Xedîce Mihemed qala kêliyên dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû:"Di salên 1995'an de di dema ku ez ji waneya Zimanê Kurdî vedigeriyam ji min re hat gotin ku divê ez derbasî cihekî bibim. Wê demê min nizanî ku ez ê biçim Rêbertî bibînim. Wê demê eynî di bajarê Helebê de min Rêbertî dît. Ji heval û xebatkarên cebhewî re civîn li dar xist. Lê dema min Rêbertî cara yekem dît min nizanî ew kêlî xewn e yan rastî ye. Wê demê ez ketim wê ferqa ku rêvebirên welatan dema ku wê civînekê li dar dixin cudatiyê dixin navbera mirovan lê belê Rêberê me qet ev cudatî nedixist nav mirovan."   'Ez ji bo gel û mirovahiyê têdikoşim'   Xedîce Mihemed da zanîn ew tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade û wiha dewam kir:"Piştî ku min rêbertî dît min gelek vîn û hêz ji wê dîtinê girt û dewamkirina têkoşîna min a ji salên 1990'î û heya roja me ya îro bi saya dîtina Rêbertî bû. Di wir de min gelek moral ji Rêbertî girt. Wê demê min soz da Rêberê xwe ku ez ê her li ser rêça pakrewanan bim heya em digihêjin azadî û serfiraziyê. Wê demê Rêbertî got: 'Ez ji bo gel û mirovahiyê têdikoşim'. Ez wê gotinê ji bîr nakim û ez ji rêça Serokatî û pakrewanan gavê paş de navêjim."   'Lawê min bawernameya herî mezin bi dest xist'   Di domandina axaftina xwe de Xedîce Mihemed qala tevlîbûna lawê xwe ya nava refên şervanên azadiya Kurdistanê kir û wiha got:"Birayê min ku bi navê bavê Mûnzir dihat nasîn ji ber karê siyasî, ji aliyê rêjîma Bassê ve di sala 1994'an de hat girtin. Di wê demê de lawê min Mihemed ku bi navê xwe ya tevgerî Huner dihat naskirin biryara terkkirina dibistanê kir û berê xwe da nava refên azadiya Kurdistanê. Wê demê min jê re got tu yê tevlî bibî lê divê fîşeka dijmin li pişta te nekeve, divê tu baldar bî. Dema ku lawê min ji deriyê malê derket ji min re got dibe ku ez bawernameya xwendinê bi dest nexim lê ez ê bawernameya herî mezin di jiyanê de bi dest bixim. Ev yek bi rastî pêk hat."   'Dema welatê mirov tune be, rûmeta mirov jî tune ye'   Xedîce Mihemed bi lêv kir ku bedelek ji bo welatekî lazim e û wiha pê de çû:" Dema ku em daxwaza welatekî dikin em ê ji bo avakirina wî welatî, xwîna xwe bidin rijandin. Çimkî dijmin zû bi zû dijminatiya xwe ji ser me ranake. Em deyndarê Rêbertî û pakrewanan e. Îro felsefeya Rêbertî dinya û cîhan tev de gihandiye hev, cîhanek li ser Rêberê me diaxive. Ewqas sal in em bindest in lê bi saya Rêberê me em hişyar bûn. Ji kezeba me şêrîntir ti tişt tune ye lê dema welatê mirov tune be, rûmeta mirov jî tune ye."   'Çi ji me bê xwestin em ê bikin'    Xedîce Mihemed da zanîn ji bo vî welatî çi pêwist be wê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê Rêberê me azad be. Ew ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo gelên din ên cîhanê jî aştiyê û azadiyê dixwaze. Loma tevî vî temenê me jî ger çi ji me bê xwestin em ê bikin. Ji bo rêbertî û pakrewanan em çi jî bikin ne pir e."