Xelkê Kobanê li dijî êrişan dikanên xwe venekirin 2025-01-30 12:21:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk doh bi balafireke bêmirov bombe li maleke li Kobanê barand û di encamê de xwediyê malê û mêvanekî wan jiyana xwe ji dest da, hevjîna xwediyê malê jî birîndar bû.   Ji ber vê komkujiyê xelkê Kobanê bi venekirina dikanan û rawestandina liv û tevgera li bazarê nerazîbûna xwe nîşan da.   Di êrişa doh de Azad Elî Mehmûd û Şêro Meşid jiyana xwe ji dest da û Narîn Silêman jî birîndar bû.