Meşa Dirêj di roja 11’an de berdewam dike 2025-01-31 20:47:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Meşa Dirêj li Qada Bastille ya Parîsê bi 26 hucreyên sembolîk pergala tecrîd, îşkence û qirkirinê ya 26 salan a Îmraliyê teşhîr kirin û peyama “Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin” dan.   Di roja 11’emîn a Meşa Dirêj de ku meş di 21’ê Çileyê de di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan  re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de dest pê kir, li Qada Bastille ya Parîsê çalakiyeke ku pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê teşhîr dike, hate lidarxistin.    Çalakî li Qada Bastilleyê hate lidarxistin ku vê qadê şahidiya gelek bêhiqûqî, îşkence û qirkirinan kiriye û li heman qadê zindana Bastilleyê hatiye xirabkirin û a niha jî weke Qada Azadiyê ya Bastilleyê tê pênasekirin. Gelek jin, ciwan, parêzer, siyasetmedar û karkerên înşeatê beşdarî çalakiyê bûn.