Ji rojanemger Oznur Deger name 2025-02-09 18:21:50       AMED- Midûr JINNEWS’ê Oznur Deger ku roj berê hat girtin di nameya şand de diyar kir ku wê berxwedana xwe bidomîne û wiha got: “Ez ê hemû nirxên ku tê xwestin bêcezakirin li vir biqîrim. Îşkence ronahiya azadiyê ya dawiya tunelê ye.”   Midûra JINNEWS’ê Oznur Deger ku 7’ê Sibatê de li Qoserê hat binçavkirin û girtin, ji girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi hevkariya parêzerên xwe nameyek şand.   Nameya Oznur Deger wiha ye: “19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Taştan hatin qetilkirin. Ev operasyona tolgirtinê ya bi wan hatiye destpê kiriye.  Li her derê cîhanê qetilkirina wan hat protestokirin. 22’ê Kanûnê de li Mîdyadê jin bi meşê çûn mala şînê ya ji bo Cîhan Bîlgîn. Bertekên xwe nîşanê polîsan dabûn. Gotinên zayendperest hatin gotin. Min jî berteka xw enîşan da. Min serlêdan sûc kir. Ji ser çapemeniya civakî ez hedef hatim girtin. Hefteyek şûnde gazî îfadeyê kirin.   Îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk   7’ê Çile de bi ser mala min ya Qoserê de girtin. Çawa me derî vekir berê çekan dan me. Berê min dan dîwar destên min şidadin û bi kelepçeya plastîk girê dan. Li min û malbata min îşkecneya psîkolojîk û fîzîkî berdewam kirin. Tevî du zarokên biçûk hebûn wan pêkanîn^ne xwe dmandin. Ez bi lingê tazî ji hundir derxistim. Hemû alvên min desteser kirin.   Ez li TEM a Mêrdînê di binçavan de hatim hiştin. Mudaxaleyê he rgotina min kirin. Di çarçoveya wan xêz kiribû de ez ji bo îfadeyê dam zorê. Heman awayî mudaxaleyê îfadeyên parêzerê min jî kirin. Edliye jî aliyekî din yê vê mîzansenê bû. Dema dozgeriyê îfadeya min digirt, polîsê li TEM’ê mudaxaleyê îfadeya min dikir li odeya dozger tuniştibû û talimata girtina min dida. Di encamê de jî ji xwe biryara girtinê dan.   Di çarçoveya vê dosyaya ku hiqûq hat binpêkirin de, di encama zexta ku TEM’ê li dozger û dadger kir de hatim girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Li ser îşkenceyên hatin kirin min rapor girt û der barê TEM’ê de gilî kir.   Ez ê rastiyan biqîrim    Bêyî kul i dijî hemû îşkence, lîstikên mîzansen û ferzkirinan serî bitewînim, niha jî li vir di şert û mercên ku ji mirovahiyê durin, di hucreyê de berxwe didim. Ez hemû nirxên kut ê xwestin bê cezakirin biqîrim. Îşkence ronahiya azadiyê ya dawiya tunelê ye. Silav û rêzdarî.”