ROJEVA 10'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-10 09:00:00     *Piştî komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, asta pêşketina ku jinên Kurd danî holê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ di asta global de ji bo jinan bû çavkaniya îlhamê. DOSYA    *Rojnameger Îzel Sezer der barê zext û êrîşên di demên dawî de li ser kedkarên çapemeniyê zêde bûne nirxandin kir û da zanîn ku bi taybet çapemeniya Kurd di hedefê de ye û wiha got: “Divê em bi hevpîşeyên xwe re bên gel hev û xwedî li hev derkevin.” DÎMEN HEYE   *Parêzer Ruken Kalin a OHD’yî der barê pirsgirêkên ku penaber dijîn de axivî û got: “Jinên li gorî sînorên makul tevnagerin bi tehdîda vegerandinê re tên rû hev.”  DÎMEN HEYE   *Ji Bastîlle heta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, ji Guantanamo heta girtîgeha Evînê, girtîgehên herî bi xof yên cîhanê bi qasî dîroka zext zilmê, bûn dîroka berxwedan ji bo azadiyê.