ROJEVA 13'YÊ SIBATA 2025'AN 2025-02-13 09:00:00     * Endamên PYD'ê yên li Helebê dan zanîn ew ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser piya ne û wiha gotin:" Divê em hemû xwedî li Rêberê xwe derkevin." DÎMEN HEYE    * Piştî ku heyeta DEM Partî ya Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir şûnde çareseriya pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin. Bi taybet jî nirxandinên der barê fêmkirina çavkaniya krîza li Rojhilata Navîn tê jiyîn, rojevîbûna xwe diparêze. DOSYA   *îrektora Xebatên Bîr û Aştiyê  Dr. Noemî Leyv-Aksu ku tevli konferansa aştiyê ya HDK’ê pêk anî bû, der barê nîqaşên avakirina zemîna aştiyê de nirxandin kir û got: “Pirsgirêka Kurd, mijara azadiya Kurdan û mijara demorkasiyê heye. Divê birînên ku deweletê di vê civakê de vekirine neyên ji bîr kirin. Beriya her tiştî em ji aştiyê çi fêm dikin û divê em ji bo aştiyeke civakî gavên çawa bavêjin. Çarserî bi muzakere û diyalogê pêkane.” DÎMEN HEYE   *Xeta Jinên li Antalyayê ji bo kampanya wê di navbera 10’ê Sibat û 8’ê Adarê de bidome, bi dirûşmeya ‘ji bo berxwedanê bang’  banga tevlibûnê li hemû jinan kir. DÎMEN HEYE