Li Rojhilatê Kurdistanê jinek hat qetilkirin 2025-02-19 11:49:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku jinek Kurd ya xelkê Kirmaşanê, ji aliyê bavê xwe ve bi kêrê hatiye qetilkirin.   Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku jinek Kurd ya bi navê Seyzade Dinya Husênî (24) ya xelkê gundê Biryexan ya ser bi Dalaho ya Kirmaşanê, ji aliyê bavê xwe Seydula Husênî ve, bi kêrê hatiye kuştin.   Heman çavkaniyê ragihand ku bûyer ji ber sedemek civakî ku hêceta ‘şerefê’ ve girêdayiye, pêkhatiye.