Li gumanbarê destdirêjiyê hîndekar Deha Koç doz 2025-02-19 19:02:54   DÊRSİM – Rektoriya Zanîngeha Munzurê der barê hîndekar Deha Koç ku di navbera salên 2022 û 2024’an de destdirêjî li xwendekaran kiribû doz vekir.   Li Dêrsîmê derketibû ku li zanîngeha Munzurê hîndekar Deha Koç di navbera 2022 û 2024’an de xwendekar tacîz kirine. Piştî gilîkirinê der barê gumanbaran de doz hat vekirin û Yekemîn Dadgeha Asliyeya Hiqûqî ya Tunceliyê der barê Deha Koç de ji qanûna 6284 biryara durxistinê da.    Rektoriya zanîngehê jî der barê gumanbar de doz vekir.