Walitiyê ketina Qaxizmanê qedexe kir 2025-02-21 15:01:10   QERS - 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê duh 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan birî. Piştî biryarê Walîtiyê têketina bajêr qedexe kir. Tê payîn ku qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin.   2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê derbarê Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan ê DEM Partiyî ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin, biryar da. Mehmet Alkan ku li navçeya Qaxizmanê bû û ji ber berfa zêde rê hatin girtin beşdarî danişînê nebû. Heyeta dadgehê serlêdana hinceta Mehmet Alkan a li heyeta dadgehê red kir û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Alkan birî. Piştî biryarê danê sibê Walitiya Qersê têketina bajêr û ji bo 10 rojan jî hemû çalakî qedexe kir. Li ser vê yekê têketina andamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di nava wan de hevserokên Qersê jî hene, hatin astengkirin.   Piştî vê biryarê, hevşaredarên Qaxizmanê jî bertek nîşanî biryara dadgehê dan û pankarta “em bi hilbijartinê hatine, bi qeyûman naçin” li şaredariyê daliqandin.