56 îmzevanan bang li Hikûmeta Awûstûryayê kirin 2025-02-21 15:03:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Awûstûryayê bi dehan sazî û kesan ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û naskirina Rêveberiya Xweser bang li serokkomar, meclîs û hikûmetê kirin.   Li Awûstûryayê saziyên mafên mirovan, nivîskar, siyasetmedar, aktîvîst, akademîsyen, ressam û hiqûqnas jî di nav de 56 îmzevanan bang li Hikûmeta Federal a Awûstûryayê, Serokkomarê Federal û Konseya Neteweyî kirin.   Di bangê de wiha hate gotin: “Weke welatekî demokratîk Awûstûrya divê ji bo mafên mirovan û aştiyê helwesta xwe nîşan bide. Divê Hikûmeta Federal a Awûstûryayê kanalên xwe yên dîplomatîk bi kar bîne û Tirkiyeyê îkna bike ku dawî li şerê li dijî Rêveberiya Xweser bîne.”   Di bangê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîrxistin û îşaret bi pêvajoya nû ya piştî hilweşîna rejîma Esad, hate kirin.   Êriş didomin   Di bangê de wiha hate gotin: “Piştî dîktatoriya 53 salan a bi sîstema îşkenceya zalimane û kuştinê, di dawiyê de dikarin vê rûpelê bigirin û destpêkek nû bikin. Lê belê ji bo Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ereb, Suryanî, Ermenî û gelek komên din nefes hilgirtin, wisa hêsan nîne. Di bin siya derbasbûna hikûmeta nû de, êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ev rewş tenê li Awûstûryayê na, di nûçeyên navneteweyî de jî pir kêm tê behskirin.”   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk ji sala 2015’an ve didomin û ev tişt hate diyarkirin: “Tirkiye, ji xeynî tiştên din hêza leşkerî bi kar tîne û dixwaze nifûza xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike. Ji dema destpêka êrîşa Sûriyeyê û vir ve, Tirkiye ev firsend ji bo êrîşkirin û dagirkirina Rojava bi kar anî.”   Îmzevanan destnîşan kirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gelek caran gotiye ew ê bikevin Kobanê û herêmê îlhaq bikin. Îmzevanan bal kişandin ser girîngiya bajarê Kobanê ya di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de.   Îmzevanan diyar kirin ku piştî êrîşên li ser Bendava Tişrîn û derdora wê, ji 8’ê Çileyê ve herî kêm 54 sivîl hatine qetilkirin û zêdeyî 240 jî birîndar bûne û wiha gotin, “Êrîşî ambûlanên ku birîndar hildigirtin jî hate kirin.”   Di bangê de ev yek jî hate gotin: “Tirkiye ji bo nehêle xweseriya demokratîk bê dayîna Kurdan, serî li her cure rê û rêbazê dide û vê yekê bi eşkere nîşan dide. Ji sala 2011’an dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê destpê kirî û vir ve, li Rojava ji bo modela siyasî ya Sûriyeyê sîstemeke konfederal a demokratîk hatiye ceribandin.”   Di bangê de îşaret bi wê yekê kirin ku dewleta Tirk  fonên Yekîtiya Ewropayê (YE) çawa bi kar aniye.   Di bangê de ev yek hate gotin: “Divê em têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, jinûve berçav derbas bikin. Bi salane li dijî Rojava, şerekî ku hiqûqa navneteweyî binpê dike dimeşîne. Her carê ji hevkarên xwe yên Rojavayî (NATO) piştgirî girt. Şermezarkirin, dorpêç û pêkanîn nîne. Niha jî bêdengiyeke zêde heye. Di meha Kanûnê de Ursula von der Leyen serdana Enqereyê kir û soz da Serokkomarê Tirkiyeyê ku 1 milyar euro fonê YE’yê bide. Ev yek ji bo rejîmeke ku ji xirakirina îstiqrara herêmê berpirsyar e, tê wateya piştgiriyeke malî ya mezin.”   Di bangê de ev yek jî hate ragihandin: “Di demeke ku tengasiyên jeopolîtîk zêde bûne de, civaka navneteweyî berpirsyar e ku ji bo bidawîbûna şer alîkariyê bide û sînyaleke ji bo aştiyê bişîne. Weke parçeyekî Yekîtiya Ewropayê û hiqûqa navneteweyî, Awûstûrya divê polîtîkaya diyalogê û kêmkirina tengasiyê biparêze. Lê belê ji bo vê yekê, divê xwe weke aktorekî siyaseta navneteweyî jî bibîne.”   Îmzevanan ev bang kirin:   *Divê êrîşên Tirkan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, demildest bên rawestandin!   *Divê nifûsa siyasî û binesaziya jiyanî were parastin!   *Divê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê weke aktorekî girîng bê naskirin û ji bo Sûriyeke demokratîk û yekgirtî di serî de QSD û HTŞ, di navbera hêzên din de jî diyalog were çêkirin û muzakere bên teşwîqkirin.   *Divê sûcên şer ên Tirkiyeyê ji aliyê dadgerê navneteweyî ve bi rengekî serbixwe were lêpirsînkirin!   *Ji bo Rojava alîkariya mirovî ya lezgîn!   Saziyên îmzevan:   Feykom – Konseya Civaka Kurd a Awûstûrya   YXK – Komeleya Xwendekarên Kurdistanê   SJ – Ciwanên Sosyalîst   VSSTÖ – Yekîtiya Xwendekarên Sosyalîst ên li Awûstûryayê   Nifşê Ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûrya (SPÖ)   ÎMZEVAN   Alexia Stuefer, parêzer   Alicia Allgäuer, siyasetmedar   Andreas Schieder, ji Parlamentoya Ewropayê ya SPÖ,   Alexander Ackerl, Nifşê Ciwan ê SPÖ   Arash T. Riahi, derhêner   Barbara Steiner, ji Dîrektoriya Weqfa Bauhaus Dessau   Berivan Aslan, Partiya Keskan, Endama Konseya Neteweyî   Cappar Hajo, ji Dîrektoriya Akademiya Perwerdeyê ya Viyana   Christine Tragler, ji Derhêneriya Weşana Giştî ya Kovara Südwind   Denice Bourbon, ji hunermendiya performans   Didi Zach, ji Berdevkiya KPÖ Viyana   Dilovan Shekho, ji Serokatiya Federal a Teyrên Sor   Doron Rabinovici, nivîskar   Elke Kahr, Ji Şaredariya Graz Belediye   Ernst Woller, Serokatiya Yekemîn a Parlamentoya Eyaleta Viyana   Fred Turnheim, rojnamevan   Frederike Neuner   Fritz Hausjell, ji zanyariya medyayê   Gabriel Kielhorn, derhêner   Gabriele Schmid, siyasetmedar   Gerhart Ruiss, nivîskar û weşanger   Gelinde Grünn, ji endamtiya meclîsa herêmî ya Partiya Komunîst a Awûstûrya (KPÖ) a Linz   Günther Hopfgartner, Serokatiya Giştî ya KPÖ Genel Başkanı   Heidemarie Sequenz, Ji meclîsa Şaredariya Viyana ya Partiya Keskan û Parlamentoya Eyaletê   Julian Krimmer, Nifşê Ciwan SPÖ   Katerina Anastasiou, ji berdevkiya federal a KPÖ   Katharina Mückstein, derhêner   Katharina Brizic, zimanzan   Katrin Auer, ji Konseya Neteweyî   Kenan Doğan Güngör, sosyolog   Lluís Lipp, Ji Têkîliyên Sazî û Rêveberiya Projeyê Şêwirmend   Marion Wisinger, Ji Serokatiya Forûma Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Viyana   Max Zirngast, ji endamtiya Meclîsa Şaredariya Graz a KPÖ   Meri Disoski, Partiya Keskan, Berdevktiya Polîtîkaya Derve   Michael Kögl, Serokê Nifşê Ciwan a Federal a SPÖ   Mireille Ngosso, Ji Meclîsa şaredariya Viyana ya SPÖ û endamtiya Parlamentoya Eyalet   Naif Bezwan, Ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Ludwig Boltzmann   Niki Kunrath, Partiya Keskan, endamtiya Parlamentoya Eyaleta Viyana   Paul Stich, Serokê Ciwanên Sosyalist   Peter Pilz, siyasetmedarê berê û rojnamevan   Petra Bayr, Ji Berdevktiya polîtîkaya derve ya SPÖ   Rainer Hackauf, KPÖ Viyana, dîrokzan   Robert Krotzer, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê ji Tenduristiyê Berpirsyar a Graz   Şafak Akçay, ji meclîsa şaredariya SPÖ Viyana û Endamtiya Parlamentoya Eyaletê   Salah Ammo, müzikjen   Saya Ahmed, ji endamtiya Meclîsa navçeya Alsergrund a Viyana   Selma Schacht, KOMintern, Endamtiya Odeya Karkeran   Shams Asadi, Ji Komîseriya Mafên Mirovan a Şaredariya Viyana   Stefanie Sargnagel, nivîskar   Thomas Schmidinger, siyasetmedar   Thomas Rammerstorfer, Endamtiya Meclîsa Keskan a Şaredariya Wels   Tobias Schweiger, Ji Berdevktiya Federal a KPÖ   Veronika Johanna König, muzîkjen   Waltraud Fritz, Sekreteriya Partiya Siyasî ya Çep a Ewropa   SOS Mafên Mirovan a Awûstûrya   Volkshilfe Wien