ROJEVA 24'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-24 09:00:00     *Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku çareseriya krîza modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn modernîteya demokratîk e û diyar kir ku divê pêşî pirsgirêk bê diyarkirin. DOSYA    *Perspektîfa ‘Şoreşa Jinê’ û nîqaşên ku jinên Kurd gav bi gav pêş xistine û ji bo sedsala 21'ê bibe "Sedsala Jinê" analîzkirina krîza ji aliyê netew dewlet û desthilatdariyan ve hatiye afirandin, yek ji stûnên girîng ên şerê modernîteya kapîtalîst a li dijî jinê ye. DOSYA    *Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal diyar kir ku tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî îradeya gel e û anî ziman ku li dijî binçavkirin û îşkenceyê têkoşîna hiqûqî dane destpêkirin. DÎMEN HEYE