Li Wanê li dijî îşkenceyê têkoşîna hiqûqî hat destpêkirin 2025-02-24 09:03:31     Rabîa Onver   WAN - Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal diyar kir ku tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî îradeya gel e û anî ziman ku li dijî binçavkirin û îşkenceyê têkoşîna hiqûqî dane destpêkirin.   Di 11’ê Sibatê de ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve li hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh ceza hat birîn. Piştî vê gel li be avahiya şaredariyê nobet da destpêkirin. Di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînê şardariyê hat kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal der barê pêvajoya bi tayînkirina qeyûmê re nirxandin kir.   ‘Sê serdeme qeyûm tayînê îradeya gelê Kurd tê kirin’   Newroz Uysal da zanîn ku sê serdem e qeyûm tayînê şaredariyên bajarê Kurdistanê dibin û got qeyûm li pêş mafê hilbijartinê yê gelê Kurd astengiye. Newroz Uysal wiha dirêjî dayê: “Li Wanê berê jî mazbata nehatin dayîn. Berxwedana gel rû da û ji ber vê cara duyemîn bi hincetên cuda  hewl dan qeyûm tayîn bikin. Plansaziya berteka ku wê li bajar derkeve holê hat kirin û der barê vê de amadekarî kirin.”   ‘Îşkence sîstematîk bûye’   Newroz Uysal daxuyakirin ku gel bi rojan li ber şaredariyê nobet girtiye û di dema nobetê de ji xeynê polîsên bi unîforma yên sivîl jî hebûne. Newroz Uysal ev tişt anî ziman: “Li ber avahiya şaredariyê polîs hatin bicihkirin. 15’ê Sibatê bi zanebûn hat tercîhkirin. Dema polîs ketin şaredariyê gotin ‘hûnê hêza Tirk bibînin û dewleta Tirk li vir e’. Pêkanînên hatin kirin bi zanebûn û sîstematîkin.”   ‘Rêbaza îşkenceyê û tiştên hatin jiyîn provakasyon bû’   Newroz Uysal got îşkenceya dema di binçavan de hatiye kirin ji aliyê STK û hiqûqnasan ve rapora wê hatiye amadekirin û gelek kes rîska wan ya jiyanê heye. Newroz Uysal wiha got: “Dewletê bi biryara qeyûm îradeya gel xesp kir.Hêzên ewlehiyê li wir bicih kirin û bi rêbazên îşkenceyê hewl dan gel bêdeng bikin. Tevî vê gelê Wanê îradeya xwe daniye holê û li esr piyane. Ji roja ewil de îşkenceya hat kirin hat ragîhandin lê bêdengiyek li dijî vê hat afirandin.  Hevserokên me pirsîn gotin ev provakasyon e, 15’ê Sibatê bi zanebûn hat hilbijartin? Bi vê çi tê hedefkirin li holê ye.”   ‘Li dijî têkoşîn û berxwedanê êrîş’   Newroz Uysal  got gelê Wanê di 2’ê Nîsanê de jî berxwadanek mezin daye û Wan yek ji bajarên pêşeng ê Kurdistanê ye. Newroz Uysal wiha dirêjî dayê: “Em dikarin bibêjin ku ev cure îşkence bi taybetî îşkenceya li ser jinan e. Di rojên borî de Neslihan Şedal dema em li wir bûn bi hinceta binçavkirina tavilê rastî îşkenceyê hatibû. Ekîbên ku hatin wê derê bi temamî ji bo îşkence û muameleya xerab rayedar bûn.  Li wir bi zanebûn êrîş li ser me hat kirin, çi ciwan, zarok, jin, ji kîjan partiyê hatine hilbijartin, tevî ku dizanibûn em parlamenter in. Em ji carekê zêdetir rastî tundiya polîsan hatin. Helbet êrîşa li dijî min ne şexsê min e. Beriya her tiştî em dikarin bibêjin ku ev rewş hem bi jina Kurdbûnê û hem jî bi jina bijartî ve girêdayî ye û hem jî êrîşa li dijî hemû jinan, gelê Kurd, têkoşîn û berxwedaniya rêxistinkirî ye.”   ‘Em bi xurtkirina rêxistibûnê pêvajoyê pêşwazî dikin’   Newroz Uysal wiha dawî lê anî: “Me li dijî îşkenceyan serlêdanên hiqûq kirin. Der barê îşkenceyan de heta niha ji du derÊ daxuyaniyek nehat. Bêdengiya li d ijî vê nîşaneya îşkenceyê ye. Em li dijî pêvajoyê bi xurtkirina têkoşîna jinê pêvajoyê pêşwazî dikin.”