Li Sûrê bi şahiyekê starta 8'ê Adarê hat dayîn 2025-02-24 15:11:47       AMED - Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Sûrê bi  şahiyekê starta çalakiyên 8'ê Adarê da.   Navenda Piştevaniya Jinan a Şaredariya Sûrê ya Amedê li Taxa Îskender Paşa ya navçeya Sûrê starta çalakiyên  8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Welatiyên ji wir derbas dibûn eleqeyeke mezin nîşanî jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî, stran digotin û li erbeyê didan dan û piştgirî dan jinan.  Di starta ku bi dirûşma "Jin jiyana Azadî" hat dyîn de jinan govend gerand.   Herwiha jinan di meşa xwe de belavok li jinan belav kirin.