TJA'yê pankarta 'Jin jiyan azadî' li ser pirê daliqand 2025-03-03 14:10:10     ŞIRNEX - TJA'yê bi armanca balê bikişîne ser jinên ku li Cizîrê dawî li jiyana xwe anîne û hatine kuştin pankarta "Jin, jiyan, azadî" li ser pirê daliqand.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca balê bikişîne ser mirina jinan pankarta "Jin, jiyan, azadî" li ser Pira Îsmaîl Ebul Îz El Cezerî ya navçeya Cizîr a Şirnexê daliqand. Pankarta ku wêneyên jinên li Cizîrê ber bi întîharê ve hatin xirikandin bi tilîliyan hat daliqandin.