TJK-E’yê ji bo ‘Şoreşa Jinê’ banga tevlîbûna çalakiyan kir 2025-03-03 14:25:52     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, ji bo çalakiyên 8’ê Adarê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma "Duh jî, îro jî, sibe jî her tim şoreşa jinê" li dehan navendên Ewropayê bên lidarxistin.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJK-E’yê plansaziya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ragihand û diyar kir ku ew îsal 8’ê Adarê bi dirûşma "Duh jî, îro jî, sibe jî her tim şoreşa jinê" pêşwazî dikin.   Daxuyanî bi vî rengî ye:   “Îro li dijî polîtîkayên şer ên modernîteya kapîtalîst û zexta sîstema desthilatdariya mêr, em jin bi têkoşîna xwe ya azadiyê bingehê civaka demokratîk diafirînin. Bi vê biryardarî û israrê, em 8’ê Adarê bi coşeke hîn mezintir pêşwazî dikin.   8’ê Adarê rojeke ku berxwedana jinan a li dijî sîstema desthilatdariya mêr, sembolîze dike. Di vê rojê de têkoşîna azadî û wekheviyê bilind bûye. Îro ne tenê ji bo jinan cejneke, di heman demê de berxwedana herî radîkal a di dîroka jinê de veguheriye heqîqetê. Îro, rojeke têkoşînê ye ku jinan ji bo avakirina civakek demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz pêşengiya xwe îlan kiriye. Em afirênerên vê rojê, pêşengên berxwedana jinê ya ji Rosayan heta Sarayan, bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em roja jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê ku bi berxwedana xwe her roj veguherandine 8’ê Adarê, pîroz dikin.   Avakirina civaka demokratîk, bi têkoşîna azadiyê ya jinê pêkan e. Paradîgmaya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, nîşan dide ku bêyî azadiya jinan demokrasiya rast ava nabe.   Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê felsefeya jiyaneke ji dervey zihniyeta mêr, pêş xistiye û kûr kiriye. Bi mezinbûna têkoşîna azadiya jinê re, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dîroka jinê jinûve tê nivîsandin. Îro dîroka jinê jinûve zindî dibe û tê pênasekirin.   Bi banga dawî ya Rêber Apo re ji bo bidawîbûna şer û ji bo gel bi hev re di nava aştiyê de jiyaneke hevpar ava bikin, pêşî li çareseriya demokratîk vekiriye. Weke jin em ê xwedî li ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo derkevin û em ê têkoşîna xwe jî hîn mezintir bikin. Ji ber ku em dizanin ku ev bang ji bo azadiya jinan û avakirina civaka demokratîk, gaveke girîng îfade dike. Îro, avakirina civaka demokratîk bi xurtbûna têkoşîna jinan pêkan e. Banga Rêber Apo di vê rêyê de, xaleke werçerxê ye. Ji bo avakirina modernîteya demokratîk weke jin divê em hîn zêdetir pêşengiyê bikin û li her qadê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bilind bikin.   Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em 8’ê Adarê bi şîara ‘Duh jî, îro jî, sibe jî her tim Şoreşa Jinê’ pêşwazî dikin. Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû jinan dikin, em li qadan bin û banga jiyana azad û wekhev bilind bikin. Em yekîtiya xwe ya ruh, fikir, rêxistinbûn, têkoşîn û jiyanê ava bikin.   Di vê 8’ê Adarê de em bi Rêber Apo re bihareke nû şîn dikin û civaka demokratîk û azadiyê mezin dikin. Em di 8’ê Adara 2025’an de li hemû qadan Rêber Apo silav bikin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Li ser vî bingehî, di serî de jin em bang li hemû ciwan û dostên xwe dikin ku beşdarî çalakiyê 8’ê Adarê bibin.”