Yên gihiştin sira agir (1) 2025-03-12 09:05:38   Meşaleya li Sûran şewitî….   NAVENDA NÛÇEYAN - Zekiye Alkan ku got "Agirê Newrozê herî baş divê di bedena mirov de bişewite", "Newroz bi gir tê pîrozkirin" li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û wek maşeleyekê Newroza mîlyonan temaşe dike.   Newroz ku li dijî zilmê sembola xeta azadiyê ya li dijî koletî û berxwedanê ya li dijî zilmê ye, li Kurdistanê  wek cejnekê tê pîrozkirin. Newroza ku wek cejna vejînê, biharê û berxwedanê tê dîtin, bi jinên kurd re veguherî wateyek cuda. Di vê roja ku agirê berxwedanê tê pêxistin, jinên kurd bi bedenên xwe de veguhertin heqîqetek cuda.   Li gorî her demê jinên kurd wateyên nû li Newrozan bar kirin. Rotaya têkoşînê diyar kirin. Yên ku ewil peyama Mazlum Dogan ku di 21’ê Adarê de li Zindana Amedê li dijî faşîzma 12’yê îlonê çalakî pêk anî, girtin jinê kurd bû. Heqîqeta jinên gihişt sira Newrozê  dreket holê. Ya ku pêşengiya vê vê kir Zekiye Alkan bû û li ser Sûrên Amedê berxwedana xwe da ber agir.   Zekiye Alkan kî ye?   Zekiye di sala 1965’an de li gundê Akdag a navçeya Kelkît a Gumuşxaneyê de hat dinê. Dema Zekiye 8 salî bû malbata wê ji Gumuşxaneyê koçî Erzînganê dike û piştre jî koçî Îzmîrê dike. Zekiye Beşa tipê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike û têkoşîna gelê kurd bala wê dikişîne. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’yî hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt.    Zekiye Alkan zilma ku dihat kirin qebûl nedikir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 kîbrîtan li Zindana Amedê Newroz pîroz kir dixwend. Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş wê de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê. Di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Cenazeya wê li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat definkirin.   Li Parqê çirûska ewil   Di arefeya Newreozê de li Parka Trafîk a Amedê, bi hevalên xwe re dema runiştibû, pereyên bêrika xwe derxist û da ber agir û got: “Ez Newrozê pîroz dikim. Newroz bi pêxistina agir tê pîrozkirin.”   Manîfestoyek bû   Ev ne tenê çalakiyek hêsan manîfestoyek bû. Ev xwe nîşandina hişmendiya ku rihê berxwedan û azadiyê dihewand bû.   Dema çalakiyê   Zekiyeyê ku peyama zindanê girt dizanibû ku têkoşîna jinan divê li her derê Kurdistanê belav bibe û di 21’ê Adara 1990’î de  li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir.   Zekiye ku ji bo bibe doktor hat Amedê, bû maşeleya hişyariya gel . Wê demê tenê canek neçû, ew dem bû vejîna netewekê, hişyarûna gelekî.   Wateya Newerozê guherî   Ji vir şûnde wateya Newrozê guherî. Ji bo Kurdan Newroz êdî ne tenê mizginiya biharê, ronahiya diçû azadiyê bû. Zekiye Alkan li şûna bibe doktor, bû sembola berxwedana ku hêviyê dide hemû gel.   ‘Jina Kurd jiyana azad ferq kiriye’   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê çalakiya Zekiye Alkan de wiha gotibû: “Jina kurd jiyana azad ferq kiriye. Dema mirov hemû pêvajoyên hatine jiyîn binirxînin piştî salên 1990’î xebatên jinan demeke nû îfade dikin. Çalakiya keça me ya qehreman Zekiye Alkan, mînaka cesaret û fedekariya bêdawî ye. Ji ber vê jî ketina wê ya rizgariya jinê wisa ne ketineke ku biçûk bê dîtinê ye.”    Sira agir   Zekiye ku sira agir bi Newrozê re kir yek, riya herikîna Newrozê ya mîlyonan vekir. Agirê Newroza li Sûrên Amedê şewitî, Kurdistan derbas kir û li her derê cîhanê gûr bû.