Li dijî Dehaqan ber bi azadiyê ve (2) 2025-03-14 09:04:47     Li Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê ya jinan û Newroz   Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li Rojhilata Navîn ji bo jinan ne tenê hatina biharê heman demê de sembola bexwedan, piştevanî û azadiyê ye. Jin her sal li welatên xwe li qadên Newrozê tên gel hev û daxwaza wekhevî û edaletê diqîrin.   Newroz ew roj e ku ji Rojhilata Navîn heta Kafkasya û Asyayê gelek kes bi rîtuelên curbecur bi coş pêşwaziya biharê dikin. Newroz her çendî di hemû civakan de nûbûn, hêvî, ronîbûn û şiyarbûnê temsîl dike, di heman demê de bûye çanda berxwedanê. Ev cejn ji bo jinan veguheriye sembola berxwedan û azadiyê.   Di vê beşa dosya xwe de em cejna Newrozê ku li Rojhilata Navîn  çawa tê pîrozkirin û bi têkşoîn azadiya jinan çawa tê destgirtin, li Îran, Afganîstan û Asya Navîn çawa tê pîrozkirindigirin dest.   Newroz: Hêvî, berxwedan azadî   Newroz xwe bispêre çîrokên mîtolojîk û destanan jî di roja îro de wek roja berxwedanê watedar dibe. Jin di têkoşîna li dijî serdestiya mêr de, Newrozê ewk qada berxwedanê dibînin.   Tevgera Jinên Kurd û Newroz   Ji bo jinên Kurd Newroz ne tenê hatina biharê sembola têkoşînê ye. Tevgera Jinên Kurd, Newrozê hem wek lêgerîna nasnameyê hem wek ya maf xwedî li Newrozê derdikeve.   Jinên Kurd tenê bi pîrozkirina Newerozê sînor namînin; Vê rojê vediguherin qada berxwedan û piştevaniyê û têkoşînê hîn xurtir dikin, daxwaza aştî û wekheviyê diqîrin.   Di têkoşîna jinên Kurd de cihê Newrozê   Newroza ku koka wê digihêje serhildana Kawayê Hesinkar ku li dijî Dehaqê zalim serî hildaye, nava salan de bi têkoşînên li dijî zext û zilmê yek bûye. Jinên Kurd jî di vê têkoşînê de di eniya pêş de cih digirin.   Newroz ku ji bo jinan bû platforma ku daxwazên xwe bînin ziman, yek mînak aherî xurt a feraseta têkoşînê ye.   Li Îran û Rojhilat berxwedana Newrozê ya Jinan   Ji bo jinên Îran û Rojhilat Newroz ne tenê hatina biharê ye, heman demê de nîşaneya herî xurt a berxwedan û têkoşîna azadiyê ye.   Bi taybet di 2022’yan de piştî qetilkirina Jîna Emînî, çalakiyên li seranserê welat belav bûn têkoşîna azadiya jinê anî astek nû. Jinan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’  qad tije kirin û di Newrozê de bûn parçeyek tekoşînê.   Li Afganîstanê jin û Newroz   Li Afganîstanê di 2021’ê de piştî Talîban desthilatdarî girt, hemû qadên jiyana jinan hatin sînorkirin. Zanîngeh û dibistan hatin girtin, mafên hatine bidestxistin hatin rakirin. Lê jin tevî zextan têkoşîna xwe bi riyên cuda dimeşînin.   Jin li malên xwe pîrozbahiyên biçûk dikin û li ser çapemeniya civakî peyamên piştevaniyê parve dikin û rihê berxwedana Newrozê didin jiyîn.   Li Asya Navîn û Mezopotamyayê piştevaniya jinan   Li Asya Navîn û Mepotamyayê Newroz wek mîrateya çandî ya ku yekitiya civakê xurt dike, piştevaniyê zêde dike û rolên jinan a jiyana civakî de dide xuyakirin, tê jiyankirin.    Li welatên wek Ozbekîstan, Kazakîstan, Kirgizîstan û Tacîkîstanê, bernameyên balê dikşînin ser perwerde, aborî, serxwebûn û tundiyê pêk tên û Newroz wek rojeke ku hişmendiyê zêdetir dike dertê pêş.   Li Mezopotamyayê jî Newroz bi taybet ji bo jinên Kurd di alî dîrokî û polîtîk de xwedî wateyek cudaye. Li Başur û Rojava jin rihê Newrozê didin jiyîn, nasnameya çandî diparêzin û piştevaniya civakî xurt dikin.