‘Jin li dijî şer di aştiyê de bi israr in’ 2025-03-16 09:04:38     Elfazî Toral   STENBOL - Ji Komeleya Dema Jinê Derya Aslan, der barê têkoşîna jinê, têkiliya têkoşîna demokrasiyê û jinê de nirxandinki rû got: “Di terza rêxistibûna jinê de her tim têkoşîna civaka demokratîk heye. Di vê nokteyê de her tim li dijî şer di aştiyê de israr kirine. Wê teqez gotina me hebe. Jib er hedefa me ya jiyana hevpar heye.”   Têkoşîna jinan li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û her derê cîhanê bi sedsalane didome. Jin ji bo mafên xwe têkoşîna mezin didin û her wiha di têkoşîna aştî û wekheviya civakî de jî israr dikin.   Ji Komeleya Dema Jinê Derya Aslan der barê têkoşîna jinan a di avakirina civaka demokratîk û aştiyane de axivî.    Derya Aslan der barê 8’ê Adara derbasbûyî de nirxandin ki rû got: “8’ê Adarê bi coş derbas bû. Me starta 8’ê Adarê li kolana Îstîklalê bi meşekê da. Tevgera Jinên Kurd barîkatên bi salan bûn hatibûn dayîn şikandin. Em tevi hevdîtina jinan û meşa şevê ya femînîst bûn.Me wek tevgera jinên Kurd korteja xwe av akir. Bi coşek mezin derbas bû. Li ser pêvajoya 8’ê Adarê bandora banga sedsalê mezin bû. Ji ber gel bi kelecan û mereq  bûn. Jin bi coş daketin kolanan.”   ‘Têkoşîna civaka demokratîk heye’   Derya Aslan daxuyakirin ku jin bi sedsalane têkoşîna aştî û civaka demokratîk didomînin û her tim di terza rêxistibûna wan de têkoşîna civaka demokratîk heye. Derya Aslan wiha anî ziman: “Hem tevgera jinên Kurd hem tevgera femînîst di zemîna hevkar de têkoşîn meşandine. Jinan ji salên 90’î heta niha têkoşîn bilindkirin. Li her derê cîhanê yên herî zêde ji şer bandor dibin jinin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî yên herî zêde ji pêvajoyên şer bandor bûne jinin. Jin hatin koçberkirin li dijî xizaniyê têkoşîn dan. Êşên mezin kişandin. Zarokên xwe di kiryarnediyaran de winda kirin. Gundên wan hatin şewitandin valakirin. Tevgera femînîst di 2009’an de ‘Înisiyatîfa hewldana Jinan a ji bo Aştiyê’ ava kir. Gelek çalakî û bername pêk anîn. Rojên borî de jî ‘Înîsiyatîfa hewcedariya min aştiyê heye’ hat avakirin."   ‘Em bi têkoşîna xwe li cem gelê bindestin’   Derya Aslan balkişand ser mîsyona ku di avakirina civaka wekhev û azad de dikeve ser milê jinan û got: “Jin kirdeyên vê jiyanê ne. Demokrasî bi pêşengiya jinan tê meşandin. Jin di her qada jiyanê de bi gelek tiştan re têkoşîn kirin. Ew di rewşekê de ye ku li dijî vê fermanê derkeve. Jin dema têdikoşin, ji bo her kesê ku di civakê de bindest e jî têdikoşe. Jin yek ji hêzên pêşeng ên demokrasiyê ye. Dema ku ji bo welatekî demokratîk têdikoşe, ji bo mafên azad û wekhev ên her kesî bi xurtî têdikoşe. Jin jî li dijî vê fermana ku li ser polîtîkayên înkar û îmhayê hatiye avakirin têdikoşin. Jin li dijî pergala îdeolojîk a zayendperest a ku ji aliyê zîhniyeta baviksalarî ve hatiye afirandin têdikoşe. Em jin ji kevneşopiyeke ku bawer dike bi têkoşîna xwe ya rêxistinî dikare tişt biguhere û veguhere tê. Yek ji felsefeyên ku em di jiyana xwe de diparêzin û ava dikin ew e ku bêyî azadiya jinê civak azad nabe. Bi vê fikrê em qadên xwe yên rêxistinî bi vî rengî vedikin. Dema ku em têkoşîna jinê dimeşînin, em li cem her gelê bindest, her gelî, her kesî li ber xwe didin.”   Em di aştiyê de bi israr in   Derya Aslan wiha dawî lê anî: “Pêdiviya me bi aştiyê heye. Pêkhatina aştiyê di destê jinan de ye. Aştî bêyî jinan ne pêkan e. Ji ber ku herî zêde aştiyê dixwazin û herî zêde ji bo aştiyê têdikoşin jin in. Em çi aşitiyê dixwazin?  Armanca me ya jiyanê ya hevpar heye ku her cudahî, her gel, her bawerî bikare xwe bi azadî îfade bike.  Em jin di aştî û demokrasiyê de israr dikin. Û çi ji destê me bê em ê bikin. Jin ji bo vê zemîna aştiyê ava bikin û civakî bikin wê têbikoşin. Ji ber ku em jin alîgirê wekhevî û demokrasiyê ne. Jin tu carî dest ji têkoşîna xwe ya aştiyê bernedan. Ji bo vê jî em her cure rêbazên şer pêş dixin. Em ê teqez bibin xwedî gotin û em ê ti carî gotina xwe paşve nehêlin."