Ji bo Helebceyê jiyan sekinî 2025-03-16 11:57:25       NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna cangoriyên komkujiya Helebceyê bi hev re 5 deqîqeyan rêz girtin.   Sibeha roja Înê  16’ê Adara 1988’an, rejîma berê ya Iraqê bi çekên kîmyeyî bajarê Helebceyê  bombebaran kir. Di encamê de jin û zarok jî di nav de nêzîkî 5 hezar kes hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn.   Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebceyê tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikanên xwe girtin, li qadên giştî 5 deqeyan rêz girtin.