Tulay Hatîmogûllari: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne 2025-03-16 13:30:52       ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di 14’emîn Lijneya Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan de axivî. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku wan nêrîn û pêşniyarên Elewiyan ji îmraliyê re vegotine û ev bersiv ji wan re hatiye dayin: “Elewî tam di dilê vê pêvajoyê de ne. Avakirina komara demokratîk, deynê stûyê me tevan e. Bila ev bang bi vî awayî bê qebûlkirin.”    14’emîn Lijneya Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan li Navenda Çand û Kongreyê ya Neşet Ertaş a Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî tev li bû.    Tulay Hatîmogûllari, di lijneyê de bal kişand ser komkujiyên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê û got: “Ev komkujî nû dest pê nekirine. Bi komkujiyên dûvikên DAIŞ û El Nusrayê re li Laziqiyê, Hums, Hema û Banyasê li gundan gelek Elewî hatin qetilkirin. Em bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Her wiha polîtîkaya tehcîrê di meriyetê de ye. Hêzên dikarin rê li ber van komkujiyan bigirin, bêdeng in. Lê me li her çar aliyên Tirkiyeyê dengê xwe bilind kir. Bi heman awayî li Heseke û Qamişloyê jî xwişk û birayên me yên Kurd ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan di nava hewldanên mezin de ne.”    Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê û wiha pê de çû: “Haya me ji rexneyên we heye. Bawer bikin ku me ev rexne bi Rêveberiya Xweser re parve kirin. Dixwazim bi taybet jî bala we bidim ser xalên 1’emîn û 3’yemîn ên peymanê. Dixwazim hûn bizanin ku Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyeke demokratîk hewl dide. Heta niha berxwedana herî mezin a li dijî DAIŞ, El Nusra û dûvikên wan, Rêveberiya Xweser raber kir ku gelê Kurd û gelên Ereb, Durzî, Êzidî jî di nav de ne. Wan bi têkoşîna xwe nîşanî hemû cîhanê dan ku DAIŞ dikare were têkbirin. Bi taybet jî Rêveberiya Xweser li ser mijara azadî û wekheviya jinê disekine. Dixwaze ji herêmê heta navendê di hemû qedemeyan de cih bigirin. Dixwaze tu ol, ziman û gel rastî cihêkariyê neyên û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk di nava hewldanan de ye.    Hem beriya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan hem jî piştî bangê me li Tirkiye, London û Almanyayê bi Elewiyan re hevdîtin kirin. Gelek Elewî tev li van civînan bûn. Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, pêşniyarên xwe parve kirin. Me li nêrîn û pêşniyarên nûnerên we guhdarî kir. We ji me re got; ‘Gelo Elewî di ku dera vê pêvaoya demokratîkbûn û aştiyê de cih digirin?’ Me heman tişt ji Îmraliyê re ragihand û ev bersiv ji me re hate dayin; ‘Elewî tam di nîva vî karî de ne. Di dilê wê de ne. Ji ber ku demokrasî tenê ji bo Kurdan nabe, ji bo Tirkan nabe. Di serî de Elewiyên li vî welatî dijîn, avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû gel û baweriyên cuda li ser bingeha hemwelatiya wekhev lê bijîn, deynê stûyê me ye. Bila Elewî vê bangê bi vî rengî qebûl bikin.’ Peyama ji Îmraliyê ya bo Elewiyan ev bû.   Me heta niha tu caran polîtîkayên pişaftinê qebûl nekir, me tu caran zîhniyeta ji cemxaneyan re dibêje ‘mala cimbişê’ qebûl nekir û dê qebûl nekin. Me tu caran perwerdeya feraseta yekperest û nîjadperest, projeya ÇEDES’ê qebûl nekir û dê qebûl nekin. Weke DEM Partiyê em bi daxwazên civaka xwe ya Elewî re ne. me polîtîkayên îktîdarê yên li dijî Elewiyan tu caran qebûl nekir û dê nekin. Em ê bi hev re li dijî wan têbikoşin. Heta ku mafê hemwelatiya wekhev didin hemû canên me dê ev welat demokratîk nebe. Em bi hemû daxwazên we yên deomkratîk re ne.”