Li dijî Dehakan ber bi azadiyê ve... (6) 2025-03-18 09:04:37    Neslîhan Kardaş    Hêvî û têkoşînê bi agirê Newrozê mezin dikin   WAN - Dayîkên Aştiyê yên ku bi salane di nava têkoşîna aştî û azadiyê de cih digirin, tevî hemû êşên ku jiyane jî dest ji berxwedana xwe bernadin û li dora agirê Newrozê daxwazên xwe yên aştiyê diqîrin. Keve Işik û Besna Aydogan bi gotina “Bila ev Newroz bibe Newroza aştî û hêviyê” diyar kirin ku ji bo dawî li êşên dayikan bê û ji bo pêşerojeke ku her kes zarokên xwe hembêz bike ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Dayikên Aştiyê yên ku bi salan e li eniyên herî pêş ên daxwaza aştî û azadiyê ne, tevî hemû zehmetiyan jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Dayikên ku di têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd de barê herî mezin hilgirtine ser milên xwe, tevî binçavkirin, îşkence û zindanan jî berxwedana xwe bi biryardarî didomînin. Hin ji van dayikan zarokên wan hatine qetilkirin, hinekan êşa herî mezin kişnadiye; lê tu kesî ji wan ji daxwazên xwe yên aştî û azadiyê paşve gav neavêt. Mîna her Newrozê, Dayikên Aştiyê ku îsal jî li qadan daxwaz û hêviyên xwe diqîrin, li dora agirê Newrozê ruhê têkoşînê ji nû ve geş dikin.    Di vê beşa dosyaya me ya Newrozê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Keve Işik û Besna Aydogan, behsa wateya Newrozê ji bo wan û hêviyên xwe yên ji pîrozbahiyên îsal kirin. Dayikên ku dibêjin "Her ku me xwe dîtiye em dayikên aştiyê ne" diyar dikin ku berxwedan û hêvî wê tu carî neqede.   'Em bi zarokên xwe serbilindin'    Dayika Aştiyê Keve Işik jî ku weke hemû Dayikên Aştiyê di her çalakiyan de li pêş e, bi lihevanîna cil û bergên xwe yên neteweyî jî balê dikişîne. Keve ku di jiyana xwe de bi gelek êşan re rû bi rû maye dibêje kurê wê Hamît Işik di temenekî pir biçûk de tevlî PKK'ê bûye. Keve Işik, anî ziman ku kurê wê 15 salan di nava PKK'ê de ma û diyar kir ku di dema têkoşînê de ji bilî xemgîniyê serê wê herdem bilind bûye. Keve Işik dibêje: “Ji ber ku zarokên me yên wiha hene em serbilindin.” Keve Işik dema ku agahiya şehîdbûna kurê xwe dibihîze xweziya xwe dadigurtîne û piştî demek bêdengiyê vê gotinê dibêje: “Mîna hemû dayikan dilê min jî pir diêşe. Bi milyonan dayikên wek min hene. Her dayik bi zarokên xwe û êşa wan ve girêdayî ye. Bi salan e tu xeberek ji kurê min tunebû. Rojekê polîs hatin mala me û li kurê min Hamît pirsîn. Dema min pirsî çima, gotin ku ew gihîştiye temenê leşkeriyê û divê biçe leşkeriyê. Min jê re got ku bi salan e tu xeberê ji kurê xwe nagirim. Ji min pirsîn,' tu çawa nizanî?' Min ji wan re got, Hûn dewlet in û hûn ji min çêtir dizanin ku li ku ye. Dema ku bi vî rengî hatin ber deriyê min, xemgîniyek mezin dilê min tije kir."   'Min gora lawê xwe nedît û li ber serê wî rûneniştim'   Keve Işik di berdewamiya gotinên xwe de hêdî hêdî axivî û gotinên xwe hilbijart û di heman demê de axînek dirêj kişand: “Ji min re gotin, me kurê te kuşt, haya te jê hebe. Xemgîniyek mezin di dilê min de rûnişt, lê  li ber wan min tiştek negot û negiriyam. Ew çûn. Wê demê êdî min nikaribû xwe ragirim. Helbet me piştre şîn danî. Ez dîsa dibêjim, em bi şehîdên xwe şanaz in. Lê mixabin min qet gora lawê xwe nedît. Min cil û bergên wî jî nedidît. Ez li ber serê wî jî rûneniştim."   Me zarokên xwe hembêz nekirin bila yên mayî hembêz bikin     Keve Işik diyar kir ku li gel hemû êşên ku wan kişandine jî ew Dayikên Aştiyê ne û ji bo aştiyê têdikoşin û got, “Li gel hemû êşên xwe ez bang li dayikên cîhanê dikim, bila bi me re aştiyeke bi rûmet bînin vî welatî. Ez giriyam, bila dayikên din negirîn. Min ew êş dît, bila tu dayikekên din nebînin. Zarokên me hatin qetilkirin bila yên dayikên din neyên qetilkirin. Werin em li welatekî azad bijîn. Bila dayik bi zarokên xwe şa bibin û zarokên xwe hembêz bikin. Me nikarîbû  zarokên xwe hembêz bikin, bila dayikên din hembêz bikin. Banga min ji hemû dayikan re ew e ku werin û em destên xwe bidin hev. Aştî û edaleta bi rûmet ew e ku pêşî li êş û jan û kuştina ciwanan bê girtin. Bila ev barê giran ji ser milê dayikan bê rakirin."   'Hêviya me Newroz e'   Keve Işik bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo wan û got, “Newroz ji bo hemû gelan hatina biharê ye. Lê em hercara ku ji bo Newrozê diçûn qadan, em bi dilekî xemgîn li wir bûn. Bila Newroza îsal ji me re xweşî û şahiyê bîne. Werin em di vê Newrozê de bi kêfxweşî dakevin qadan. Bila êdî aştî were vî welatî. Em bang li hemû dayîkan dikin, werin qadên Newrozê û em bi coş Newrozê pîroz bikin. Piştî hemû êşên ku me kişandine hêviya me Newroz e."    'Me tiştek aîdê wî nedît'     Besna Aydogan jî diyar dike ku keça wê Kurdistan beriya 14 salan tevlî PKK’ê bûye. Besnayê got: “Navê keça min hem li malê hem jî li PKK’ê yek bû û wiha got: “Navê keça min Kurdistan Delîl e. Keça min 4 sal berê şehîd ket. Roja çûyînê ji min re got ez ê tevlî PKK'ê bibim. Di nav zarokên min de keça min Kurdistan di çavên min de gelek cuda bû. Piştî ku birayê wê ji girtîgehê derket  tevlî PKK'ê bû, me nekarî em wê bigirin. Me ne gora wî û ne jî tiştekî aîdê wî dît. Heta niha jî me parçeyek ji keça min nedît."   'Tevî her tiştî em dibêjin aştî'   Besna Aydogan wiha berdewam dike: “Ez dixwazim ji niha û pê ve dilê tu dayikan neşkê. Divê hemû dayik destê xwe bidin hev. Tevî her tiştî em dibêjin 'aştî'. Pêvajoyek nû dest pê kir. Bila dest pê bike. Em jî aştî û wekheviyê dixwazin.”    'Bila ev Newroz bibe Newroza aştiyê'   Besna Aydogan, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê ji bo gelê Kurd û got, “Dema ez zarok bûm em bi malbata xwe re diçûn Iraqê. Li wir agir dihat pêxistin û Newroz dihat pîrozkirin. Newroz cejneke kevnar e. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe 'Newroza Aştiyê'. Niha mezin û biçûk her kes xwe ji Newrozê re amade dike. Em weke gelê Kurd ji berê heta niha Newrozê pîroz dikin."