'Xelkê Efrînê di têkoşîna xwe de bi israr e' 2025-03-18 09:06:06    Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê têkildarî salvegera êrişên li ser Efrinê diyar kirin ku tevî ewqas balafirên şer ên Tirkiyeyê jî xelkê Efrînê li berxwe daye û gotin:"Dewleta Tirk bi koçberkirina welatiyên Efrînê û dagirkeriya wê sînordar nema lê belê ji dagirkirina Efrînê heya roja me ya îro gelek kiryarên derveyî rêzên mirovî li ser welatiyên Efrînê dide meşandin. Lê belê welatiyên Efrînê yên ku li ser axa xwe ne heya roja îro her di tekoşînê de bi israr in û bi israr inku rûmeta xwe biparêzin."   Di 20'ê Çileya 2018'an de Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) êriş bir ser Efrînê. Di vê heyamê de zêdetir ji 350 hezar hemwelatî neçarî koçberiyê bûne, 663 hemwelatî hatin îşkencekirin û kuştin. Zêdetirî 8 hezar hemwelatî jî hatine revandin. Her wiha ji bo guhertina demografiya herêmê zêdetirî 500 hezar tirkmen û erebên filistînî li herêmê hatin bicihkirin. Her wiha êrişa li dijî xwezaya Efrînê bi birîna darên zeytûnan dewam kir. Niha hîn jî li Efrînê binpêkirina mafên mirovan û sepanên sûcê mirovahiyê dewam dikin.    Têkildarî salvegera êrişên li ser Efrînê jinên li Helebê nêrînên xwe parve kirin. Jinan gotin tevî êrişan jî wan serî netewandine û li berxwe dane.   'Xelkê Efrînê li berxwe da'   Endama Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) Gulistan Şêxo da zanîn tevî êrişan jî xelkê Efrînê li berxwe da û wiha dewam kir:"Em derbas 8 salan dibin ku bajarê me Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Salên ku me li pey xwe bi koçberiyê hiştin ji bo me salên herî bi êş bûn lê belê dema mirov qala doza welatekî bike wê her tiştî deyne pêşberî xwe weke koçberî, kuştin, şehadet û hwd. Lê ya girîng ew bû ku li dijî van êrişana xelkê Efrînê li berxwe da. Ji êrişan serî netewand. "   'Xelkê Efrînê di têkoşîna xwe de bi israr e'   Gulistan Şêxo qala kiryarên bi ser şêniyên Efrînê de hatine kir û wiha pê de çû:"Dewleta Tirk bi koçberkirina welatiyên Efrînê û dagirkeriya wê sînordar nema lê belê ji dagirkirina Efrînê heya roja me ya îro gelek kiryarên derveyî rêzên mirovî li ser welatiyên Efrînê dide meşandin. Weke dizî, talan, kuştin, birîna darên zeytûnê, şewitandina wan û kuştina sivîl û revandina jin û zarokan. Lê belê welatiyên Efrînê yên ku li ser axa xwe ne heya roja îro her di tekoşînê de bi israr in û bi israr inku rûmeta xwe biparêzin."   'Divê vegereke ewle be'    Di dawiya axaftina xwe de Gulistan Şêxo got:"Piştî ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratik (QSD) û rêveberiya HTŞ`ê de hin peyman hatin îmzekirin gelê me hêviyên vegera li ser axa xwe bilind kir lê ji me tê xwestin ku em xebata xwe bilindtir bikin da ku em bi rûmet vegerin ser axa xwe. Her wiha banga me ji bo tevahî rêxistinên mirovî re heye ku garantiyê bidin avakirin ji bo ku welatiyên Efrînê yên koçber bi awayekî bi ewle vegerin li ser axa xwe û carek din koçber nebin, neyên qirkirin,kuştin û revandin."   Bi darê zorê koçber bûn   Di hema demê de jî Endama Partiya Yekitiya Demokratik (PYD) Zeyneb Elî jî axaftina xwe têkildarî heman mijarê kir û wiha pê de çû:"Di 20`ê çileya sala 2018`an de dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer êrîşî bajarê Efrînê kirin 58 rojan welatiyên Efrînê di bin balafiran de berxwedanek mezin kirin. Di 18`ê Adarê de heman salê welatiyên Efrînê bi darê zorê ji warê xwe koçber bûn."   'Wê welatê me azad bibe'   Di dewamiya axaftina xwe de Zeyneb Elî got:"Ev bû 8 sal in dewleta Tirk û çeteyên wê her hewl didin ne tenê fîzîkî lê giyanî jî me ji welatê me bi dûr bixin lê belê têkoşîna me li hember wan her mezin û bilind dibe. Ev lihevkirina ku di nav bera QSD û HTŞ`ê de hat çêkirin carek din hêviya gelê Efrînê a vegerê mezin kir. Em her di wê hêviyê de ne ku wê welatê me  azad bibe lê divê garantiyên mirovî hebin da ku em vegerin."