DEM Partî ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir 2025-03-18 13:38:07   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku beriya Newrozê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane.   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, piştî civîna koma heftane ya partiya xwe ya li meclisê pirsên rojnamevanan bersivand. Tuncer Bakirhan anî ziman ku beriya Newrozê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.