Jinên ciwan komkujiya Kobanê şermezar kirin 2025-03-19 16:41:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê komkujiya li gundê Berxbotanê şermezar kir.   Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Berxbotanê yê Kobanê kir, meşek li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê li dar xist.   Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyê hatin hildan û şêniyan bê navber dirûşmên "Kujer Erdogan","Berxwedan jiyan e", "Na ji kuştina sivîlan re" bilind kirin.   Şênî li ber navenda Kogra Star a bajarê Çelebiyê kom bûn û li wir piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê xwendekar Denîz Ebûd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Komkujiya Berxbotanê, her wiha bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî hate şemezarkirin.   Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate kirin.