Ji Newroza Wanê têbinî 2025-03-19 17:29:08   WAN - Kesên ku beşdarî pîrozbahiya Newroza Wanê bûn, bi dirûşemeya; ‘Bijî Serok Apo’ û vekirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bangewaziya dîrokî xwedî derketin.   Li Wanê Newroz her sal bi heybet tê pîrozkirin îsal mohra xwe li pîrozbahiyan xist. Bi deh hezaran kesan qada Newrozê ya li rex Keleha Wanê tije kir. Newroz bi dirûşma "Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" hat pîrozkirin û Newroz îsal bû Newroza dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina paradîgmaya wî.   Çend têbiniyên Newroza bi heybet ya Wanê ev in;    * Welatiyên Wanê ji saetên sibê berê xwe dan qada Newrozê û saetên beriya bernameya Newrozê ku dihat plankirin saet di 10:00 de destpê bike li dora qadê kom bûn. Welatiyên ku li benda destpêkirina pîrozbahiyê bûn, di demeke kurt de qat tije kirin.   * Dihat payîn ku roja pîrozbahiyê baran bibare, lê gel guh neda baranê û herikîn qada Newrozê. Dema pîrozbahî dest pê kir li qadê bi derketina tavê coşa Newrozê zêdetir bû.    * Gelê Wanê bi rojane li benda pîrozbahiyê bûn. Her ku dem derbas dibû li qadê hejmara girseyê zêdetir dibû. Li çar aliyên bajêr gel diherikî qadê.    * Qad bi alên kesk, sor û zer yên DEM Partî û DBP’ê hat xemilandin. Li dora dîkê û li hinek cihên qadê pankartên;  ‘Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî’, ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratik’, ‘Bê Azadiya Jinê Sosyalîzm Nabe’, “Statuya Kurdî, Perwerdeya Bi Kurdî” hatin daliqandin.    * Gotina Ocalan a ‘Azadiya min dikare li ser bingeha azadiya elê min bibe’ weke pankart li qadê hate daliqandin.    * Bi vêxistina agirê Newrozê re coşe girseyê derket lûtkeyê.    * Piştî axaftinên destpêkê yên li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê, li gorî rêzê hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek, aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivîn.    * Di axaftinan de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan derket pêş. Di axaftinan de texrîbata rejîma zextker bi sala ye bi xwe re aniye hate vegotin û her wiha geşedanên têkildarî statuya Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijarên sereke yên axêveran bûn. Axêveran bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû û gelek kesan dan. Hêrs û berteka li dijî tayînkirina qeyûman hem di axaftinan de hem jî di helwesta gel de derket pêş. Jixwe dema hevşaredar Şedal û Zeydan derketin ser dikê, berteka li dijî qeyûman derket lûtkeyê.    * Di dema axfaftinan û piştî axaftinan her tim dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Di dema vekirina posterê mezin ê Abdullah Ocalan de girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di heman demê de li gelek cihan posterên Ocalan hatin hilgirtin.    * Bi taybet jî beşdariya zêde ya ciwanan bal kişand. Vê jî bi xwe re coşa qadê hêj mezintir kir.    * Jinên ku qad tije kirin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî yên rengîn beşdarî pîrozbahiyê bûn. Daxwaza azadî û aştiyê ya jinan, hem dema Dayikên Aştiyê derketin ser dikê hem jî di dema silavkirinê de bêhtir şênber bû.    * Di saetên pêş de hema hema girseya li qadê tu qet zêdetir bû. Li gel nava hefteyê jî bû, di nava rojê de sîrkulasyoneke zêde bal kişand.    * Coşa girseyê, dema hunermend derketin ser dikê derket lûtkeyê. Hunermend Fîkret Goyî, Arhat û Rojdayê bi performansên xwe rê li ber coşeke mezin vekirin.    * Piştî performansa Rojdayê, gel dîsa dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    * Wanê careke din dîrok nivîsand; Keleha Wanê ya dîrokî jî şahidiya vê kir. Gelê Wanê ku berteka xwe ya li dijî rejîma qeyûm nîşan da, li qadên Newrozê careke din îradeya xwe nîşanî hemû cîhanê da.