DEM Partî ji bo piştgiriyê çû serdana CHP’ê 2025-03-19 18:05:50   ENQERE - Piştî ku tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû 105 kes hatin binçavkirin, heyeta DEM Partiyê ji bo piştevaniyê serdana Navenda Giştî ya CHP’ê kir.   Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî binçavkirina tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû 105 kesan, ji bo piştevaniyê serdana Navenda Giştî ya CHP’ê kir.   Heyeta ku ji Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, parlementerên DEM Partiyê û endamên Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) pêk dihat, ji aliyê Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgirên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Karabat, Gul Çîftçî û Enser Aytekîn û Seroka Giştî ya Baskên Jin ên CHP’ê Asu Kaya ve hat pêşwazîkirin.   Di hevdîtinê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn.