26'ê Adara 1988'an: Li dijî medyaya mêr kampanya hat destpêkirin 2025-03-26 09:01:42   Li Enqerê femînistan di sala 1988’an de li dijî medyaya mêr kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de panel hatin lidarxistin.    1953: Helbestvan, nivîskar û şoreşger Kutsiye Bozoklar îro hat dinê.    1994: Şanogera Misrî Wîdad Hemdî, wekî stranbêjek koroyê dest bi karê xwe kir û di 600 fîlmî de lîst. Şanogera Misrî ku bi eslê xwe kurd e di 26'ê Adara 1994'an de bi xiyanetî ji hêla kesê bi navê El-Rîcsîr hat qetilkirin. Cezayê darvekirinê li kujer birîn û hate darvekirin.   2015: Jinan li Îzlandayê li ser medyaya dîjîtal "Ji serî ji memikan re azadî" tevgerek dan destpêkirin.