Guler Bilen piştî 32 salan hat berdan 2025-03-29 15:08:35   ÎZMÎR - Guler Bîlen a 32 sal in girtî bû ji Girtîgeha Jinan a Şakranê serbest hat berdan.   Guler Bîlen a di sala 1994'an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn, ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan. Guler Bîlen 32 salan girtî ma, her wiha bi biryara Desteya Rêveberî û Şopandinê 3 caran bi hinceta “Rewşa wê nebaş e” nehat berdan.