Li gelek bajaran goristan hatin ziyaretkirin 2025-03-29 18:18:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku xizmên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine hatin bibîranîn.   Malbatên ku di têkoşîna azadiyê û pevçûnan de xizmên xwe winda kirin, çûn serdana goristanan.   Îzmîr   Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê, ANYAKAYDER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê, kesên di şoreş û têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi serdana goristanan bi bîr anîn. Parlamenter Burcugul Çubuk û Îbrahîm Akîn jî beşdarî bîranînê bûn.   Amed   Malbatên ku di têkoşîna azadiyê û pevçûnan de xizmên xwe winda kirin, çûn serdana Goristana Yenîkoyê Ya navçeya Rêzana Amedê. MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobedarên Edaletê, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP) û DEM Partî di serdanê de cih girtin.   Edene   Bi pêşengiya AYKAYDER, gorên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. Goristanên li navçeya Seyhan, Ceyhan û Yuregîrê hatin ziyaretkirin.   Mêrsîn   Di pêşengiya ÇUKAY-DER'ê li Goristana Guneykentê ya navçeya Toroslarê kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di serdana goristanê de Parlamenter Perîhan Koca axivî û diyar kir ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînin û soza têkoşînê didin.    Wan   Li Wanê MEBYA-DER, bi boneya Cejna Remezanê goristan ziyaret kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUHAY-DER, DEM Partî, DBP, hevşaredar û nûnerên saziysn beşdarî serdana goristana navçeyê ya navendî bûn.    Stenbol    Rêxistina DEM Partiyê bi boneya cejnê serdana goristanên navçeyên Kuçukçekmece û Ûmraniyê kir. ANYAKAYDER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û gelek welatî beşdarî serdanên goristanê bûn. Di serdanan de kesên di şoreş û têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan hatin bibîranîn. Di serdana bîranînê de deqeyek rêz hat girtin.