ROJEVA 08'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-08 09:00:00     * Li Îzmîrê 21’ê Cotmeha 2024’an de jina bi navê N.T ji aliyê mêrê ku pê re zewicandibû ve hewl hat dayîn bê qetilkirin. N.T tiştên jiya û pêvajoya dozê vegot û diyar kir ku ji aliyê malbata gumanbar ve tê tehdîdkirin û edalet xwest. BI DÎMEN    *Tevî ku 40 roj di ser banga "Aştî û civaka demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir de derbas bûye jî tu gav nehatiye avêtin. Jinan balkişandin ser mijarê û gotin: “Bila dewlet gavê bavêje. Bila aştî û azadiya Birêz Ocalan pêk bê. Ne şer em aştiyek bi rumet dixwazin. Lê dewlet ne aştiyê teslimiyetê dixwaze. Dewleta Tirk hîna tu gav navêtiye.” BI DÎMEN