Li Wanê mirina bi guman a jinekê 2025-04-08 14:33:50         WAN  - Nurselen Bîrol li gundê Çubuklu yê navçeya Qelqelî di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin.   Nurselen Bîrol li gundê Çubuklu yê navçeya Qelqelî ya Wanê di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Cenazeyê Nurselen Bîrol ji bo otopsiyê birin Dursun Odabaşi ya Navenda Tipê ya Yuzuncu Yila Wanê. Piştî otopsiyê tê payîn ku cenazeyê Nurselen Bîrol li gund bê definkirin.   Hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.