Ji bo Shahle Pirastah daxuyanî 2025-04-15 19:25:31   RIHA - Der barê Shahla Pirastah ku ji ber sîxurî qebûl nekir tê xwestin bê dersînorkirin daxuyanî hat dayîn û hat xwestin ku Shahla Pirastah demildest bê berdan.   Grafîkera Îranî Shahla Pirastah ku ji ber ferzkirina sîxuritiyê ya polîsan red kir, tê xswestin bê dersînorkirin. Platforma Jinan a Rihayê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Rihayê der barê mijarê de daxuyanî da.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Gul Fehîme Bînîcî li ser navê jinan daxuyanî xwend û da zanîn ku Shahla Pirasteh di 16’ê Kanûna 2024’an de serî li ÎHD’a Amedê daye û got: “Bêyî ku tu biryar nîşanê parêzerên wê bidin 8’ê Nîsanê de Midûriyeta Îdareya Koçberiyê ya Amedê biryara dersînorkirinê dide û 10’ê nîsanê de neqlê Navenda Vegerandinê ya Rihayê hatiye kirin. 5 roje li wir tê girtin. Shahla ji ber tundiya mêr dewletê ji Îranê veqetiyaye. Ji ber vê teslîmkirina Shahla Pirasteh piştgiriya ji bo qirkirina jinê ya rejîma Îranê ye. Divê Shahla Pirasteh demildest bê berdan.”