ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-16 09:00:00   *  Girtiya siyasî Suheyla Taş da zanîn ku wek rêbazek têkoşînê danîna çekan wateya têkoşînek nû ya di zemîna siyaseta demokratîk de dihewîne û got: “Yekane hêza ku vê manîfestoyê temam bike Rêber Apo ye.”   * Hevseroka OHD’a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî da zanîn ku mafên serereke yên jiyanê yên girtiyan tê bipêkirin û daxuyakirin ku divê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bên çareserkirin. DÎMEN HEYE   * Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku hevdîtina bi Serokomar re gava yekemîn e ku mirov dikare bibêje ‘şênberî’, diyar kir ku di hevdîtina bi Wezareta Edaletê re dê gelek mijar bên nîqaşkirin û rojeva sereke jî azadiya Abdullah Ocalan û şert û mercên xebatê ye. DÎMEN HEYE   *Derbarê rojnameger Deryar Ren de bi îdaya ku 'heqaret' li 4 polîsan kiriye îdaname hat amadekirin û dê daneşîna yekem a dozê 4'ê Gulanê bê dîtin.