ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-17 09:00:00     * Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç bersivên pirsên ku gel di çarçoveya lêkolîna der barê pêvajoya siyasî ya Navenda Lêkolîna Qada Civakî Polîtîk de dane nirxand û da zanîn ku gel banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî dîtiye û got ku ji bo aştiyek bi rumet pêk bê divê desthilatdarî berpirsiyariya xwe bi cih bîne. DÎMEN HEYE   * Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan da zanîn ku ji bo komkujiya elewiyan a li Sûriyeyê bidawî bibe divê li Sûriyeyê piştgirî ji bo demokrasiyê bê dayîn û ji bo çalakiya wê 24’ê Nîsanê de bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Ji bo Sûriyeyê li Hatayê pêk bên bang kir. BI DÎMEN    * Nazîme Avras ku di pêvajoya pevçûnê de, hevjîn, du bira û gelek xizmên xwe winda kir got ew piştgiriyê didin pêvajoya hatiye destpêkirin û wiha vegot: “Em banga Birêz Ocalan bi êş pêşwazî dikin. Ev bang ji bo aştiyek bi rûmet bangeke di cih de ye. DÎMEN HEYE   *Ji Meclîsa Jinên Ciwan a HDK’ê Ozge Eker got wê bibin dengê jinên ku di civakê de dengê wan tê çewisandin û got: “Ji bo jin di bin şertên azad de hijîn û civaka azad biafirînin,  hewce bi hişmendiya rêxistibûnê heye. Em jî di vê nokteyê de pêvajoya rêxistibûnê hedef dikin.” DÎMEN HEYE   * Rojnameger Ciwana Cuma der barê rewşa dawî ya Bendava Tişrînê de axivî û got: “Ev 10 roj in êrîş tune ne. Ev hemû li aliyekî gel dibêje ‘çi dibe bila bibe wê govenda azadiyê li Bendava Tişrînê bi rihê şoreşê bidome’.” DÎMEN HEYE