Ji Meclîsa Jinên Ciwan a HDK’ê: Jin pêşengên civakê ne 2025-04-17 09:05:48   Elfazî Toral   STENBOL- Ji Meclîsa Jinên Ciwan a HDK’ê Ozge Eker got wê bibin dengê jinên ku di civakê de dengê wan tê çewisandin û got: “Ji bo jin di bin şertên azad de hijîn û civaka azad biafirînin,  hewce bi hişmendiya rêxistibûnê heye. Em jî di vê nokteyê de pêvajoya rêxistibûnê hedef dikin.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de banga sedaslê kir û di bangê der barê jin û ciwanan de peyamên berfireh cih digirin. Jin di avakirina civaka demokratîk de rol mîsyona pêşeng nîqaş dikin û girîngiya hêza veguhertina rêxistinkirî ya bi têkoşîna jinê tînin ziman.   Endama Meclîsa Jinên Ciwan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ozge Eker, der barê pirsgirêkên jin dijîn û girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî vê axivî.   Ozge Eker wiha got: “serdestiya mêr me diçewisîne. Lê em her carê bi rêxistibûnê bersiv didin vê. Jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr li her qadê têkoşîna mezin dimeşînin. Em jinên ciwan teşwîqê têkoşînê dikin. Em di 1’ê Nîsanê de meşiyan Amarayê. Gel xwedî li meşê derketin. Eleqeyek mezin hat nîşandan. Têkoşîna me jinên ciwan didome. Di vê pêvajoya rêxistibûnê de em ê jinên ciwan xwe rêxistin dikin û dibin bersiv.”   Hevjiyana azad!   Ozge Eker daxuyakirin ku ji bo vê di nokteya guherîn û veguherînê de berxwedanek mezin didin û wiha domand: “Şikandina pêşdarazan ne hêsan e. Li dijî vê li her derê em bi jinên ciwan re diaxivin û rêxistinbûna jinan xurt dikin. Em van nîqaş dikin û diaxivin. Em hevjiyana azad nîşan didin. Jinên ciwan jî di nokteya rêxistibûnê de bi lez bersiv didin.  Divê em bi rêxistibûnê xwedî li îradeya xwe derkevin. Em xebatên rêxistibûnê dimeşînin. Em meclîsa jinên ciwan a HDK’ê hewl didin qadên azad ava bikin. Peyama 27’ê Sibatê nîşan da ku avakirina şertên demokratîk a civakê çiqas girînge. Di vê de pêşengiya jinan girîng e. Di peyamê de jî ev tê gotin. Ji bo vê em têkoşînek xurt didin.”   ‘Em pêvajoya rêxistibûnê ava dikin’   Ozge Eker balkişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd a di 8’ê Adarê de ji bo jinan hatiye şandin û got: “Piştre 1’ê Nîsanê de jî ji bo ciwanan peyamek şand. Di van peyaman de em dibînin ku tişta herî girîng a em bikin rêxistinbûne. Bi taybet jî rêxistinkirina jinên ciwan. Divê em pêvajoya rêxistinbûnê ava bikin. Her wiha ji bo avakirina jiyana azad û demokatîk divê azadiya fîzîkî ya serokatiyê pêk bê. Pêkanîna vê jî peywira me ye.”