Li Tişrînê peyama gel zelal e: Em dest ji azadiyê bernadin 2025-04-17 09:06:27   Gulîstan Gulmuş   AMED - Rojnameger Ciwana Cuma der barê rewşa dawî ya Bendava Tişrînê de axivî û got: “Ev 10 roj in êrîş tune ne. Ev hemû li aliyekî gel dibêje ‘çi dibe bila bibe wê govenda azadiyê li Bendava Tişrînê bi rihê şoreşê bidome’.”   Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk  û çeteyên wê û ji bo  parastina bendavê, çalakiya xwe ya li bendava Tişrînê ku ji 8’ê Çileyê ve dest pê kir, didomînin. Ji wê  dîrokê heta niha 24 kesî jiyana xwe ji dest dan. 250 kes jî birîndar bûn. Tevî windahiyan berxwedana gel didome.   Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mutabakata di navbera hikûmeta Şamê û QSD’ê de, li herêmê guherîna siyasî hat jiyîn. Rojnameger Ciwana Cuma der barê geşdanên dawî yên Bendava Tişrînê de axivî.   ‘100 roj in bi rihê netewa demokratîk nobet tê girtin’   Ciwana Cuma daxuyakirin ku nobet bi rihê roja ewil didome û moral û motîvasyona gel bilind e. Ciwana Cuma wiha dirêjî dayê: “Ev 100 roj in li Rojava gelê Kurd, Ereb, Elewî, Suryanî, Çerkez û Tirkmen bi rihê şoreşê  berê xwe didin Tişrînê. Têkoşîn bi coş û kelecana mezin didome. Em sekn û berxwedanê çiqas vebêjin jî kêm dimîne. Gel bi rihê şoreşgerî berê xwe dide vir. Gel di bin tanq û topan de  tên vir. Jinên ku zarokên wan nû hatine dinê tên vir. Moral û motîvasyona gel pir bilind e. Dibêjin em ê heta dawî li vir bin.”   ‘Em nikarin bêjin agirbestek mayînde heye’   Ciwana Cuma destnîşan kir ku piştî peyama 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel di berxwedana xwe de hîn bêtir israr kiriye û got: “Ne zelal e ku wê kengî nobet bidawî bibe. Hinek peyman hene. Agirbest heye lê em nikarin bêjin agirbestek mayînde heye. Wek berê li Tişrînê êrîş nemane. Koalîsyona ji hêzên navneteweyî pêk dihat, ji heyeta ji HTŞ û QSD’ê pêk dihat hatin vir. Li eniyên ber bendavê mêze kirin û rewş ragihandin. Piştî rewşa wir kontrol kirin şûnde vegeriyan.”   ‘Ev 10 roj in êrîş tune ne’   Ciwana Cuma wiha daweî lê anî: “Di encama mutabakata di navbera QSD û hikûmeta Şamê de ev demeke êrîş tunene lê gel dîsa jî nobetê digire. Niha li Tişrînê li eniya şer QSD û hêzên YPJ’ê hene. Li jorê Bendavê jî gelê berxwe dide heye. Ev 10 roj in êrîş tune ne. Ev hemû li aliyekî gel dibêje ‘çi dibe bila bibe wê govenda azadiyê li Bendava Tişrînê bi rihê şoreşê bidome’.”