Li Hevşaredara Cizîrê ceza hat birîn 2025-04-17 14:13:52     ŞIRNEX - Li hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç ji doza ku jê dihat darizandin  1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç jî di nav de gelek jinan, bi boneya 25’ê Mijdara 2022’an Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li navçeya Qilêbanê ya Şirnexê daxuyanî dan.     Der barê Guler Yerbasan Tunç de ji aliyê Serdozgeriya Qilabanê ve bi îdiaya "Qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye" lêpirsîn hat vekirin. Îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Qilabanê ve hat qebûlkirin.    Guler Yerbasan Tunç beşdarî rûniştina biryarê ya ku li Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat kirin nebû, parêzerê wê amade bû. Rûniştinê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û dozgeriyê xwest ku  Guler Yerbasan Tunç bê cezakirin.    Piştî parastinê heyeta dadgehê bi îdiaya ku sûcê "binpêkirina qanûnên civîn û xwepêşandanan" kiriye 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Guler Yerbasan Tunç birî.