ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-18 09:00:00      * Li aliyê din jî talankirina axê, kîza ekolojîk, qirêjkirina xwezayê gihiştiye astek cidî. Di vî alî de jin parêzvanên xwezayê, ziman, çandê ne. Divê pergala konfederalîzma jinê li dijî dagirkirina xweza, çand, asîmîlasyon û krîza ekolojiyê bi rêxistibûnên xwe bersiva wê hebe û bibe alternatîf. Ev pirsgirêk rojevên ku divê konfederalîzm û şoreşa jinê çareser bike de ye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Eren Keskîn der barê mafê hêviyê de axivî û da zanîn ku divê Tirkiye demildest sererastkirina der barê mafê hêviyê de bike jiyanê û got mafê hêviyê mafê herî sereke yê Abdullah Ocalan e. BI DÎMEN    *Nivîskara pirtûka ‘Ji Xwedavendiyê ber bi Xwedê Kurd’ Fatma Îzol diyar kir ku ew paradîma azadiya demokratîk, ekolojîk û jinê esas digire û got di hevdîtina beriya cejnê ya Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wê re peyam şandiye û got: “Ez ji bo slavên ji Îmraliyê hatine spasdar im. DÎMEN HEYE   *Parêzer Hulya Yildirim der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de axivî û da zanîn ku tevî binpêkirin tên tespîtkirin jî tu sererastkirin nayên kirin û got rejîma înfazê tê sîstematîkirin. BI DÎMEN    * Remziye Bor di 2016’an de li taxa Xaçort a Wanê di serdegirtina polîsan a mala wê de jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsana der barê mirina Remziye Bor de tevî 9 sal derbas bûye tu pêşketin tuneye. Malbat û parêzeran diyar kirin ku lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryarê dipên.