Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê xebatên rêxistinkirinê 2025-04-22 09:04:55   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Pinar Kamîle Kandal derbarê xebatên meclîsa jinan a Stenbolê de axivî û da zanîn ku ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vebêjin û xebatên rêxistinkirinê bimeşînin bi jinan re hatine gel hev. Pinar Kamîle Kandal got wê jin bibin bersiva banga Abdullah Ocalan.   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vebejin û xebatên rêxistinkirinê bimeşînin, xebatên xwe didomînin. Li Stenbolê serdana malan tên kirin, hevdîtinên jinan pêk tên.    Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partî ya Stenbolê Pinar Kamîle Kandal der barê xebatan de axivî.   ‘Hewcedariya bangê çi be em ê bînin cih’   Pinar Kamîle Kandal da zanîn ku xebatên rêxistinkirinê lez kirine û armanc wan ev e ku banga Abdullah Ocalan vebêjin û rêxistinkirinê bikin. Pinar Kamîle Kandal wiha got: “Banga Birêz Ocalan em kelecanî kirin û em tevli pêvajoyê kirin. Em hem asta navend hem asta navçeyan de xebatan dimeşînin û di pêvajoyê de cih digirin. Em dizanin ku rol dikeve ser me. Di bang, peyam û pirtûkên Abdullah Ocalan de girîngiya ji bo azadiya jinan tê vegotin rêxistibûn tê vegotin. Em jî di vî alî de berpirsyariya xwe tînin cih.”   ‘Bêyî têkoşîna jinan a rêxistinkirî guherîn zehmete’   Pinar Kamîle Kandal wiha dirêjî dayê: “Me wek meclîsa jinan biryara hevdîtinên jinan girt. Di vê çarçoveyê de em hevdîtinên xwe dikin. Em bi rojnameger, rêxistin, kom û baeriyên cuda yên jinan re hatin gel hev. Em ê van xebatan bidomînin. Em ê li mal, kolan û kargeriyan xwe bigihînin jinan. Jin di avakirina civakî de kirdeya ewil in. Di vê dema rizandina civakî de jin kirdeya avakirin civakê ne. Bêyî têkoşîna jinan a rêxistinkirî guherîn zehmete.”   ‘Baweriya bi riya ku Birêz Ocalan vekiriye tam e’   Pinar Kamîle Kandal wiha dawî lê anî: “Di hevdîtinên me civînên me de derbarê pêvajoyê de tabloyek derket holê. Baweriya gel a bi DEM Partî û û Birêz Ocalan tam e. Gel bi pergalê bawer nake. Em hewl didin ku heta ji destê me tê bibin bersiva pirs û fikaran. Em ê heta 30’ê Nîsanê mal bi bmal bigerin û xebatên xwe bidomînin. Em bigihêjin serkeftinê wê li ser vê axê li ser navê demokrasiyê gelek tişt biguherin. Jin wê bibin bersiva banga Birêz Ocalan.”