Rojnameger neynik û îfadeya rastiya civakê ne 2025-04-22 09:10:32   Stêra Can   ŞENGAL - Rojnameger Nûjîn Êzidî Roja Rojnamegeriya Kurd li rojnamegerên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin pîroz kir û destnîşan kir ku rojnameger tenê bûyeran ranagihînin di heman demê de bi civakê re dibin yek, dibin neynik û îfadeya rastiya civakê.   Di 22’ê Nîsana 1898’an de bi pêşengiya Mîqdat Bedirxan yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan hat weşandin û li ser wê yekê 22’yê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurd hat îlankirin. Di nav 127 salan de kurd li her derê erdnîgariya Rojhilata Navîn hem di asta herêmî de hem jî di asta neteweyî de gelek rojname derxistin û rastî gelek zextan hatin. Bi taybetî di salên 90’î de rojnamegerên kurd ku bingeh û stûna ragihandina azad in, rastî êrîş û zextan hatin, heta di oxira şopandina heqîqetê de canê xwe dan. Gelek rojname hatin girtin û bombekirin. Hê jî di roja me ya îro de rojnamegerên kurd ên şopdarên heqîqetê rastî heman tiştî tên. Hê jî li seranserê Kurdistanê li dijî çapemeniya azad û rojnamevanên çapemeniya azad gef, girtin, îşkence û qetilkirin berdewam in.    Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd, rojnameger Nûjîn Êzidî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Nûjîn Êzidî di destpêka axaftina xwe de roja Rojnamegeriya Kurd li rojnamegerên ragihandina azad pîroz kir û şehîdên heqîqetê bi bîr anî.    ‘Hebûna rojnamegeriya kurd cihê kêfxweşiyê ye’   Rojnameger Nûjîn Êzidî diyar kir ku hebûna bi navê rojnamegeriya kurd, bi deng û rengê kurdî cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn civaka herî zêde rastî zilmê hat û tevî vê jî li cîhanê nehatin dîtin jî gelê kurd û êzidî ne. Lê piştî avakirina ragihandina kurd bi taybetî ragihandina azad cîhan gelê kurd û êzidiyan nas kir, şahidî ji berxwedaniyan wan û zextên li ser wan kir. Niha hemû dinya behsa berxwedaniya gelê kurd û civaka êzidî dike, ev hemû bi saya ragihandina azad e, bi saya rojnamegerên ku di oxira rastiyê de canê xwe dan ne.”    Ferq û cudahiya rojnamegeriya civakî û desthilatdariyê   Di axaftina xwe de Nûjîn Êzidî bal kişand ser erk û berpirsyariya rojnamegeriyê, ferq û cudahiya rojnamegeriya civakî û desthilatdariyê û ev nirxandin kir: “Rojnameger ji her alî ve dibe deng, reng û wijdana civakê. Niha li cîhanê du rûyên rojnamegeriyê heye; yek rûyê civakê, yê din jî rûyê desthilatdar û dewletê. Erk û berpirsyariya rojnamegeriyê çiye, tiştên diqewime ji raya giştî re parve bike, civakê serwerxt bike. Di vê çarçoveyê de rojnamgeriya kurd ragihandina azad ku li ser şopa heqîqetê, ji bo civaka xwe dixebite û dibe dengê heqîqetê. Di oxira ragihandina heqîqetê de gelek hevalên me yên rojnameger canê xwe jî dan. Rojnamegerên ragihandina azad bi taybetî rojnamegerên jin tevî hemû zext û êrîşên pergalê jî dev jê şopandina heqîqetê û ragihandina heqîqetê bernedan û bernadin jî.”    Rojnameger hestên civakê diteyîsinin cîhanê   Rojnameger Nûjîn Êzidî destnîşan kir ku rojnameger tenê bûyeran ranagihînin di heman demê de bi civakê re dibin yek û wiha pêde çû: “Beriya her tiştî rojnameger bi zimanê xwe, bi dîmenên xwe rastiya civakê, êş û azarên civakê, kêfxweşî, kelecaniya civakê û hwd. bi cîhanê dide hîs kirin, yanî dibe neynik û îfadeya rastiya civakê. Beriya her tiştî divê rojnameger hîs bikin, civakê hîs bikin û wê hîsên xwe biteyisîne cîhanê. Divê hemû cîhan bi çavên rojnamegeran heqîqetê meyzîne û hîs bike. Nabe rojnameger bi çav û hestên cemidî li bûyeran bi taybetî civakê binêre. Em li qadek wek Şengalê bûn şahidên gelek tiştên em behs dikin. Mînak êzidî rastî gelek fermanan hatin bo çi dîroka wan nîn û nayê zanîn, ji ber rojnameger û ragihandina ku van rastina biteyîsîna cîhanê nîn bû. Rojnamegerên hebûn jî rojnamegerên desthilatdar û pergalê bûn, li gorî berjewendiya desthilatdaran kar dikir. Ragihandina azad navê xwe ji ku digire, ji xizmetkirina civakê, bûyîna deng û wijdana civakê digire. Ragihandina azad bi her tiştê xwe ji bo berjewendiya civakê kar dike, ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne, ji bo civak serwext bibe dixebite û heta di oxira wê de canê xwe dide.”    Rol û bandora rojnamegeriyê   Di axaftina xwe de rojnameger Nûjîn Êzidî bi mînaka fermanê rol û bandora rojnamegeriyê bi van hevokan anî ziman: “Em dikarin bi mînaka fermanê rol û bandora rojnamegeriyê bidin nîşandan. Di dema fermanê de hemû hêzên li Şengalê reviyan û şervanên azadiyê berê xwe dan Şengalê, ev her du tişt bi saya ragihandina azad teyîsî cîhanê. Hemû cîhan bi saya ragihandina azad dît ka kî direve û kî tê hawara civaka êzidî. Ji ber di fermanê de ragihandina azad li vir bû rastî hat dîtin. Ragihandina azad tenê dîmen nekişand di heman demê de êşa civakê û îxaneta ku li civakê hat kirin jî teyîsand cîhanê. Dê heta hetayê fermana dawî bi saya ragihandina azad neyê jibîrkirin.”    ‘Rojnamegerên jin di bûyîna dengê heqîqetê de bisrar in’   Di her serdem û pêvajoyan de bi taybetî serdema ku em niha têde ne, rojnamegerên jin du qatî rastî zext û êrîşan tên. Ji ber hem jin in hem jî rojnamegerên rastî her cure êrîşan tê. Têkildarî êrîş û zextên ku rojnamegerên jin rûbirû dimînin rojnameger Nûjîn Êzidî ev tişt anî ziman: “Rojnamegerên jin du qatî rastî zext û êrîşan tê. Jin hem ji ber zayenda xwe hem jî karê rojnamegeriyê rastî zextên dewlet-zilam û civakê tên. Em wek rojnamegerên jin rastî gelek astengî û zextan hatin lê rûxmî ewqas zehmetî û astengiyên dibînin jî em biisrar in ku bibin dengê hemû jinên li cîhanê bi taybetî bibin dengê jinên kurd û êzidî. Ya ku herî zêde bi civakê re bibe yek, bibe dengê êş û azarên civakê rojnamegerên jin in.”   ‘Ragihandina azad dibe dengê hemû civakên bindest’   Her wiha rojnameger Nûjîn Êzidî da zanîn ku ragihandina azad a kurd tenê nabe dengê gelê kurd di heman demê de dibe dengê hemû civakên bindest û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Dubare ez Roja Rojnamegeriya Kurd li rojnamegerên ku li ser heqîqetê dimeşin bi taybetî rojnamegerên jin pîroz dikim û dibêjim heta dawiyê em dev jê şopandin û ragihandina heqîqetê bernadin.”