Platforma Şiyar be: Em vê bêdengiyê bi hev re xira bikin azad bibin! 2025-04-26 14:27:17   AMED - Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê Şiyar Be ku li Amedê hat avakirin, bi banga "Em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin, xwe birêxistin bikin, azad bibin" ciwan, jin û gel vexwend têkoşînê.   Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li ber Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe ragihand. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û hevşarêdarên navçeyên Amedê, Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.   Girseyê di çalakiyê de pankartên Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be, Platforma Komeleyên Amedê, Federasyona Kûlubên Sporên Amator ên “Şiyar Be Ji Hişbirê re Na. Ciwan pêşeroja me ne, em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin” û “Şiyar Be jehrê ne heviyê hembêz bike” û dowîzên bi kurdî û tirkî yên “Jehrî Ney Hêvî Verare Bike”, “Jiyan xweş e şiyar be”, “Bêhna Azadiyê Pir Xweş e”, “Em heta dawiyê bi hev re ne”, “Ji hişbirê na”, “Ciwan ranezên li têkoşînê xwedî derkevin” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Jiyan xweş e şiyar be” berz kirin.   Girse ya ewilî li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bû ji vir heta Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi pankart, dowîz û dirûşman meşiya. Cihê ku girse tê re meşiya welatiyan jî bi çepikan piştevaniya meşê kirin.   Beriya metna daxuyaniyê were xwendin endamê platformê Şerefxan Aydin destnîşan kir ku li welat her ku diçe bandora tiryakê zêde dibe û wiha got: “Tiryak û jehra dikeve nava malbatên me wan neçar dike. Me jî weke saziyên ku êşa gel parve dikin. Dilê wan diêşe û dixwazin tiştekê bikin hatine vir û dixwazin tiştekê bikin. Divê em helwestekê bigirin. Gel li hemberî tiryakê bisekine ku em bajar û welatekê xwe rizgar bikin. Welatparêzî dêrûnû û tenduristiya civakê ye.”   Pişt re Hevberdevka Platforma Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Gulşen Demîrê Kurdiya daxuyaniya bi serenavê “Civakê em bi hev re biparêzin” û dirûşma “şiyar be! azad be! aram be! ava bike!” dest pê dikir xwend. Tirkiya daxuyaniyê jî  Hevberdevka Platforma Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Mûrat Kan xwend.   ‘Nasnameyên me bi nirxên me yên çandî û exlaqî diyar dibin’   Gulşen Demîr diyar kir ku nirxên çandî û exlaqî yên ku civak dihewîne weke potansiyel hemû nasnameyan diyar dikin û wiha got: “Heyînbûn, zindîbûn, mirovbûyîn… Nasnameyên me bi nirxên me yên çandî û exlaqî diyar dibin. Lê belê civaka ku ji van nirxan qut dibe ji xwe biyanî dibe û nasnameya wan tevlîhev dibe. Rewşa xwebûnî dikeve zorê. Dîrok nîşan dide ku yê xwe bi awayekî civakî nekare ava bike, nirxên xwe yên civakî nekre biparêze; yan asîmîle bûye yan jî tune bûye.   Bi salan e gelê me ji 7 salî heta 70 salî, ji jinê bigire heta ciwanan bi giştî rastî êrîşên rizandina exlaqî û bêeslîbûnê tên. Ev êrîşên pergalî ku civakê ji nirxên wê qut dike û dixe bin serweriya pergalê, kesan jî, ji nirxên exlaqî û helwesta polîtîk dûr dixe. Pergala Kapîtalîst; Civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, perçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Ji lewra birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle.”     ‘Ev pirsgirêk hêza berxwedana civakê dişkîne’    Gulşen Demîr got ku ev pergala bi jehrî digel ku êrîşî hêza civakê dike wisa jî aliyên civakê yên qels ji xwe re dike hedef û wiha bi lêv kir: “Hêmanên wekî elimandinên hişbir, fihûş û çilvirînê dizivirîne amûrên êrîşê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike. Bi van amûran , bandorê li hemû beşên civakê dike û yekîtiya civakî parçe dike.”   ‘Madeyên hişbirê derdorê û civakê biyanî dike’    Gulşen Demîr, da zanîn ku elimandina maddeyan ne pirsgirêkeke ku tenê bandorê li tenduristiya fîzyolojîk an jî psîkolojîk a kesan dike û ev tişt gotin: “Ev pirsgirêk jehreke berbelave ku siberoj, exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Kesê ku pergala hişê wî/wê ya navendî hilweşe, ne tenê ji hêla biyolojîk ve di heman demê de ji hêla ramanî ve û ji hêla hilberînê ve jî têk diçe; bi vî awayî hêza xwe ya ramanî, hilberandin û berxwedanê jî winda dike. Ji ber vê yekê, kesê ku tiryakê ve girêdayî dibe, dibe amûrek bêhêz û bi hêsanî tê beralîkirin. Madeyên hişbirê ne tenê kesan ji xwe, ji malbat, derdora wî û civakê qut dike, di heman demê de wî li hemberî derdorê û civakê biyanî dike.”   ‘Hişbir û fihûş ne pirsgirêkeke takekesî ye’    Gulşen Demîr da zanîn ku di têkoşîna li dijî tiryakê de ji berxwedana ferdî wêdetir pêwîstî bi avakirina xeta yekîtî û helwestek civakî heye û wiha pê de çû: “Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.   Fihûş jî wek tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye. Dema ku pergala kapîtalîst laşê mirovan vediguherîne ‘maşê’, vê hilweşandinê jî wekî rewşek xwezayî nîşan dide. Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tedbîrên cezakirinê di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe. Divê ev veguhertin xizaniyê, nebûna perwerdehiyê û pergala ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dibe bike hedef. Ji ber ku fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek e ku ji hêla bêhêvîtiyê ve hatî ferz kirine. Lê belê em ê vê rewşê qebûl nekin û nakin jî. Banga me ji civakê re ye: Têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye.”   ‘Çareserkirina van pirsgirêkan birêxistinkirina civakî re pêwîst e’   Gulşen Demîr axaftina xwe wiha domand: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên civakê, bêrêxistinbûyîne. Civakên ku li ser bingeheke rast hatine birêxistinkirin dikarin pirsgirêkên bi vî rengî yên kangrenîk çareser bikin. Lê belê civakên ku nikarin bên gel hev, bêparastin dimînin û her tim rastî polîtîkayên qirêj ên desthilatdaran tên.   Azadî, bi nû ve avakirina nirxên xwe yên ferdî an jî civakî re derbas dibe. Civat, dema ku berhemdar û bi xwe re di nava aştiyê de be, yekîtiyê pêk bîne, çareseriya hem pirsgirêkên ferdî û hem jî yên civakî pêkan dibe. Ev nirxên henê ne tenê ji bo takekesî, pêşeroja tevahiya civakê diyar dikin. Civak ancax bi jiyankirina nirxên xwe dikare weke xwe bimîne û xwe biparêze.   Pirsgirêkên weke tiryak, xizanî, fihûş û gendelî ne tenê pirsgirêkên takekesî ne, di heman demê de pisgirêkên pergalî ne. Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî re pêwîst e. Pêvajoya avakirina civakê li ser bingehê nirxên exlaqî ji nû ve birêxistinkirinê, li ser xwebûna ciwan û civakê jêveneger dike.”   ‘Em xwe birêxistin bikin û azad bikin’   Gulşen Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bang her kesê vedixwîne berpirsyariyê! Ciwanino, Jinino! Em hêza pêşeng a vê têkoşînê ne. Em hemû ji hişbirên ku siberoj û azadiya me ji me distînin re bibêjin na. Malbatino! Erka me ya herî bingehîn e ku em zarokên xwe ji lepên vê pergala bi jehrî rizgar bikin. Em dikarin bi rêxistinkirinê vê çerxa jehrê têk bibin… Rêxistinên Girseya Demokratîk; Em hemû ji çareserkirina vê pirsgirêkê berpirsyar in. Ger sedema hebûna me çareserkirina pirsgirêkên civakî ye, wê çaxê niha em bi hev re têbikoşin! Bi kurt û kurmancî em hemû berpirsyarin! Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin. Di destê me de ye ku em vê tarîtiyê têk bibin. Ji ber ku nirxên ku civakê wenda kiriye bi bêdengiya me re winda dibin. Werin em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin û bi hev re pêşerojeke azad ava bikin! Em xwe rêxistin bikin. Xwe hişmend bikin, xwe azad bikin!”   Piştî daxuyaniyê girse ji Parka Sumerê heta Birca Keçikê meşiya.