Berxwedana li Tişrînê didome 2025-04-29 13:00:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 4 bajarên kantona Cizîrê karwanekî din ji bo ku nobetê dewr bigire, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.   Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê dike. Çalakî bi koma ji kantona Firatê dewam dike.   Ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê karwanek ji bo nobetê dewr bigire, vê sibehê ber bi bendavê ve bi rê ket.   Di karwan de hin kes cara yekemîn û hin din cara duyemîn û sêyemîn e cih digirin.   Karwanê ji 4 bajaran dê nobetê ji koma ji kantona Firatê dewr bigire.