Ji bo zarokan bernameyeke çandî û hunerî 2025-04-29 14:00:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ji bo zarokan bernameyeke perwerdeyê ya xwendina afirîner, wênexêzî, stran û fêrkirina amûrên muzîkê vekir.   Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Eyn Îsayê bi armanca pêşxistina behreyan, berhameyek ji bo zarokên 6-12 salî da destpêkirin.   Di çarçoveya bernameyê de zarok fêrî xwendina afirîner, stran, muzîk û wênexêziyê dibin. Ji bo pêşketina asta zihnî jî wane ji aliyê endamên komîteyê û kesên pispor ve tên dayîn. Çav li rê ye ku perwerde 3 mehan dewam bike.