Semînerek li ser girîngiya pergala hevserokatiyê hat dayîn 2025-04-29 16:34:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Di semînerekê de hate diyarkirin ku pergala hevserokatiyê nimuniyeke pêşketî ye dikare li Sûriyeyê nû were pêkanîn.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bi hevkariya Nivîsgeha Perwerde û Rahibîtasyonê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê semînerek der barê têgeha sîstema hevserokatiyê û girîngiya wê di pêkanîna edalet û wekheviya di nava her du zayendan de û avakirina civaka demokratîk de da. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya li bajarê Tebqayê bi amadebûna endamên kombûnê, endamên desteyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, meclisên sivîl û rêxistinên civaka demokratîk hate dayîn.   Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Henefî pergala hevserokatiyê ya li gorî felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir û got, "hevserokatî û temsîla wekhev di pêkanîna modernîteya demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xwedî roleke stratejîk in, ya girîng ew e were fêmkirin ku ev hevserokatî xeleke bingehî di pergala jiyana demokratîk de ye."   Nûr El Henefî bi domdarî got " Hevserokatî karekî asayî an jî demkî nin e,  lê belê karekî îdeolojîk û felsefî ye ku dikare bi rêya wê îdeolojiya azadiyê bîne rêya wê durist. Ev sîstem di pêşketina nirxên  demokrasî û temsîla mafên bingehîn ên jiyana civakî de pêşeng e."   Hevseroka Nivîsgeha Perwerde û Rehabîtasyonê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê Nesrîn Mele Îbrahîm jî diyar kir ku jin berî ku bikaribin sîstema hevserokatiyê bicîh bînin, ji ber bandora zîhniyeteke otorîter û paşverû ya li ser civakê, rastî gelek zehmetiyan hatine. Her wiha destnîşan kir hevserokatî pergaleke civakî ye ku civakek adilane û wekhev ava dike ku mafên her kes tê mîsoger bibe.   Nesrîn Mele Emîn da zanîn ku hevserokatî amûreke çalak a avakirina civakeke azad, demokratîk e ku pêşketina civakî û aborî pêk tîne.   Beşdaran der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Hate diyarkirn ku pergala hevserokatiyê ya li herêmê berhema şoreşa jinan e. Her wiha dane zanîn ku rewşa herî gelek berpirsyariyan li ser jinan ferz dike ku vê pergalê biparêzin ku ji jinên Sûriyeyê re bûye îlham.