Esra Kahraman:Hewcedariya civakê bi aştiyê heye 2025-05-01 09:02:24   Neslîhan Kardaş   WAN- Esra Kahraman der barê rola jinan a di aştiyê de axivî û got hewcedariya hemû civakê bi aştiyê heye û got: “Em jin aliyên ku herî zêde ji şer bandor dibin e. Ji ber vê jî divê em aştiyê civakî bikin û dest ji têkoşînê bernedin.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "aştî û civaka demokratîk" kir. Piştgiriya ji bo bangê ji her alî cîhanê didome û bêguman yên herî zêde xwedî li bangê derdikevin jî dîsa jinin.   Di 26-27-28’ê Nîsanê de li Wanê bi malovaniya Komeleya Jinan a Star, 28’emîn Komxebata navenda Piştevanî û Stargehên Jinan ya Mor Çati pêk hat. Endama Komeleya Dema Jinê û Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye, Esra Kahraman ku tevli komxebatê bû, der barê rola jinan a di aştiyê de ji ajansa me re axivî.   ‘Ji bo tundî bidawî bibe em têdikoşin’    Esra Kahraman da zanîn ku di komxebatê de bi navendên pitşevaniya jinan re ligel hev cih girtine û got: “Yek ji sedema tundiya li ser jinê newekheviya zayenda civakî û polîtîkayên newekheviya zayendî ku tên parastin e. Dîsa polîtîkayên bêcezahiştinê bi bandorin. Ji bo ev bidawî bibin em îro ligel hevin. Ji bo vê em têdikoşin.”   ‘Beriya bangê jî me têkoşîna aştiyê dida’   Esra Kahraman balkişand ser banga "Aştî û civaka demorkatîk" û got jinan ji bo aştiyê her tim têkoşîn dane û got: “Ev bang ji bo jinan pir bi nirxe. Me jinan beriya bangê jî ji bo aştiyê têkoşîn dida. Ji ber şer nwekheviyê, mîlîtarîzmê xewdî dike. Jin li dijî vê newekheviyê têdikoşin û hewl didin jiyanek nû ava bikin. Divê aştî civakî bibe û hewcedariya her kesî bi aştiyê heye.  Em dikarin bêjin ku îro jin pêşeng û kirdeya pêvajoyê ne.”   ‘Herî zêde bandor li jinan dike’   Esra Kahraman diyar kir ku gotina ‘aştiyê’ tenê nayê wateya bidawîbûna şer, tê wateya bidawîbûna mîlîtarîzm, şerê psîkolojîk û newekheviyê. Esra Kahraman wiha dirêjî dayê: “Divê ev polîtîkayên aştiyê bê rojevê. Şer herî zêde bandor li jinan dike. Li Şengalê destdirêjî li hezaran jinî hat kirin û dîl hatin girtin.Li Kobanê jinan li dijî DAIŞ’ê têkoşîn meşandin. Li Fîlîstîn û Gazzeyê bandora şer a li ser jin û zarokan hat dîtin. Jin di şer de wek ganîmet tên dîtin.”   ‘Di rojeva jinan de her tim azadî û jiyanek wekhev hebû’   Esra Kahraman daxuyakirin ku aştî ji bo jinan gelek girînge û got: “Aştî jiyanek wekhev, azad û bê tundî ye. Daxwaza me her tim aştî û azadî bû. Em di zemîna demokratîk de aştiyê dixwazin. Me her tim ji bo jiyanek azad û wekhev têdikoşin. Yek ji rojeva esas a tevger ajinan aştiye. Me 22-23’ê Sibatê de li Stenbolê ‘hevdîtina aştiyê ya jinan’ pêk anî. Ez jî di ekîba amadekariya komxebatê de bûm. Tevgerên jinan yên Tirkiyeyê, komên cuda yên jinan hatin gel hev. Em li ser pirsgirêkan axivîn. Em aştiyek çawa dixwazin? Em çawa dikarin aştiyê mayînde bike? Gelek rojev derketin holê. Li vî welatî demokrasî mafê hemû gelane.”   ‘Em dixwazin aştiyeke ku jin kirdeya wê ne ava bikin’   Esra Kahraman destnîşan kir ku wan ‘însiyatîfa jinan a hewcedarî bi aştiyê heye’ ava kirine û got: “Ez jî endama wê însiyatîfê me. Hedefa me ev e ku em aştiyê mayînde bikin û jinan bikin kirdeya pêvajoya aştiyê. Em jin dixwazin pêvajo bi tevilbûna jinan teşe bibe. Ji ber vê me rê da ber xwe. Em jin dixwazin bibin kirdeya pêvajoya aştiyê. Divê di têkoşîna aştiyê de ya siyasî û civakî de jin hîn bêtir bên dîtin û bandor bibin. Ev têkoşîn bi komxebat, civîn, piştevanî û rêxistibûnê dikare bê meşandin. Ji ber hewcedariya hemû civakê bi aştiyê heye.”