Li Dêrsimê tacîz, lêpirsîn û zextên li ser xwendekaran 2025-05-13 09:04:12      DÊRSIM - Hate diyarkirin ku xwendekara  piştî tacîza leşker û esnafan a li Xozatê alîkarî xwest, hem ji aliyê leşkeran ve û hem jî ji aliyê midûrê pansiyona ku lê dima ve gef û zextên derûnî lê tên kirin.   Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bûyerên tacîzê yên li Dêrsimê roj bi roj zêde dibin. Di salên dawî de zanîngeha Munzurê ji ber tacîza ku li xwendekaran tê kirin di rojevê de ye û her roj tacîzeke nû rû dide. Gelek xwendekarên ku li bajêr ji aliyê mamosteyên zanîngehê, çawîş, leşker û esnafên herêmê ve  tên tacîzkirin, ji tirsa ku malbatê wan ji zanîngehê bigirin nirkarin mexdûriyeta ku dijîn vebêjin.  Hat ragihandin ku yek ji van bûyerên  tacîzê ya herî dawî li navçeya Xozatê pêk hatiye. Li navçeya Xozat a Dêrsimê ji ber ku li Zanîngeha Mûnzûrê pol nînin hin xwendekar li xozatê dersan dibînin . Ev rewş bi taybetî ji bo xwendkarên jin xeteriyek mezin bi xwe re tîne.   Hate hînbûn ku xwendekareke ku li Xozatê dixwîne (ji ber ewlehiyê navê wê nayê dayîn) û gelek xwendekarên jin di dema xwendina xwe de hem ji aliyê dikandarên Xozatê û hem jî ji aliyê leşkeran ve rastî tacîzê hatine. Her wiha hat hînbûn ku xwendekar li avahiyeke ku li hemberî erdhejê nikre li ber xwe bide û ji bo bicihbûnê  qedexe ye tên ragirtin. Hin xwendekar neçar in li otêlên ku çawîş û leşker lê ne bimînin, hin xwendekar jî li navenda Dêrsimê li yûrdan an jî malên kirê dikin dimînin. Di vê rewşê de xwendekar jî ji ber dayîna çûna lêçûna rê bi zehmetiyên aborî re rû bi rû dimînin.   Xwendekara ku ji aliyê leşker û esnafan ve hat tacîzkirin, behsa gef û zehmetiyên piştî tacîzê ku bi wan re rûbirû dimîne kir.   ‘Me pirsgirêk anîn ziman lê me tu encam negirt’   Di serî de xwendekara ku pirsgirêkên di warê aborî, ewlehiyê de dijîn anî ziman û got, "Em li wir rastî gelek zehmetiyan tên. Me gelek caran ev zehmetî anîn ziman, lê  me tu encam negirt. Kes guh nade me, li berjewendiyên xwe difikirin. Em bi mînîbus û wesayitên servîsê diçin ji bo perwerdê. Pan wargehek me tune ye, li wê pansiyonek ku em lê diman hebû ew jî ji ber ku kaçak bû û li hemberî erdhejê lawaz bû girtin. Em anîn navendê li cihê ku em lê perwerde dibin li wê ye ji ber wê em bi wesayitan diçin û tên. Ev jî ji bo berjewendiyê aborî kirin. Ji ber ku evder cihekî biçûk e em aveke fêkiyan jî bigirin ev ji bo wan kar e."   Ji aliyê leşkeran ve hatin tehdîtkirin   Xwendekara mijara gotinê diyar kir ku li herêma ku lê dijîn kantîna ku mecbûrî bi leşkeran re parve dikin heye û gelek caran ji aliyê leşkeran bi devkî ew tacîz kirine. Xwendekara ku diyar kir wan der barê bûyerên tacîzê de gilî kirine, diyar kir ku ji aliyê leşkerên hatin xwendegehê ve ew birine odeyekê û gef li wan xwarine û got, "Li wir herdem heqaret li me tê kirin. Gelek caran em bi devkî tên tacîzkirin. Gelek hevalên min jî gelek caran behsa vê yekê kirine, Keç diçin, leşker li pey wan diçin  Paşê yekê gilî kir û Lê leşkeran rapor amade kir û gotin 'Bila hemû sûcdarî bên betalkirin' ji ber ku xwndekar û leşker heman kantînê bi kar tînin hem leşker û hem jî kesên xwecihî li pey xwendekaran e.”   Gotin 'li çareya serê xwe binêrin'   Xwendekarê diyar kir ku piştî nûçeyên hatine çêkirin dê li Zanîngeha Munzurê ji bo wan pol bê lê hîna nehatiye vekirin û got, “Dema ku em çûn cem rektor û me giliyên xwe anî ziman, got, ‘Navê wan çi ne?’ Dema me got navê wan nizanin, got, ‘Hûn çawa navên wan nizanin, divê hûn wan nas bikin, eger hûn navê wan nizanibin, divê hûn wan nas bikin û me tu enacm negirt lê di encama derketina nûçeyan de gotin, ‘Em ê demekê we bibin navendê.’ Em çûn cem rektor, rektor ne li wir bû, em bi hevjîna wî re axivîn, ji me re gotin, ‘Em pola we amade dikin, em ê we bînin vir.’ Roja din yekî mudaxele kir, ‘Em dîsa çûn xwendegehê. Dema ku me got 'Em ê çawa biçin û werin?' gotin, 'Me eleqedar nake, li çareya serê xwe binêrin'."   ‘Bila alîkariya me bikin’   Xwendekara ku diyar kir ku ew xwe ewle nabînin, herî dawî bang li rayedarên peywendîdar kir û got: "Bila niha alîkariya me bikin, piştî tiştek bi yekê ji me were ew ê tiştekî bikin? Em saetekê rê diçin û ev rê xeternak e. Di hefteyê de 5 rojan dersa me hemûyan nîne, tenê yek ji hevalên me roja duşemê bi tena serê xwe diçe û tê. Bila rêyekê ji me re peyda bikin û li wir cîhê ku em niha li wir dijîn ne cîhê ku em li wir bimînin. Dibêjin, ‘Di erdheja 6’ê Sibatê de tiştek çênebû, dê niha tiştek çênebe, herin li wê yurdê bimînin.” Bi heman awayî hevalên me bi çend mamosteyên zanîngehê re axivîn, ne wek xwendekar, lê wek sivîl.’ Ev der ne wargeh e, pansyonek e. Em bi wan re di heman hawirdorê de dimînin. Ma zarokên wan jî nînin? Em jî zarokên kesekî ne."