'Dixwazin jinên xwedî li felsefeya Ocalan derdikevin qetil bikin' 2025-05-18 09:03:15       Dîlan Babat   SILÊMANÎ - Endama Komeleya Jinan a Azad a Rojhilatê Kurdistanê Denîz Derya ku tevli kongreya NADA’yê bû, diyar kir ku  di rewşa hikûmeta Îranê di demokratîkbûnê de gavê navêje wê ji hilweşînê xilas nebe û got: “Jinên xwedî li felsefeya Birêz Ocalan derdikevin, hewl didin qetil bikin. Divê her kes li dijî cezayên darvekirinê bibe yek deng.”   Kongreya Kolialîsyona Jinan a Demokratîk a Rojhialta Navîn û Herêma Bakurê Afrîkayê (NADA) ya li Silêmanî pêk hat bidawî bû. 200 delege û ji 19 welatan tevlibûn pêk hat. Jinan li dijî pergala serdestiya mêr rêbazên çareseriyê nîqaş kirin û hat diyarkirin ku divê li dijî darvekirinên Îranê dengekî hevpar bê derxistin û têkoşîn bê dayîn.   Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Denîz Derya der barê biryarên darvekirinên li siyasetmedarên jin yên Kurd hatine birîn de ji ajansa me re axivî.   ‘Tehemula dewleta Îranê li hember jinan tuneye’   Denîz Derya daxuyakirin ku sêyemîn şerê cîhanê tê jiyîn û bi taybet şer li Îranê her diçe giran dibe. Denîz Derya wiha vegot: “Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga dîrokî kir. Ev bang gelek girînge. Yekitiya jinan her diçe xurt dibe. Pergala serdest ya mêr qebûl nakin. Bêguman ev ji bo jinên Îranê jî derbasdare. Li Îranê şoreşa ‘jin jiyan azadî’ hat jiyîn. Serdestiya dewleta Îranê her tim li ser Kurd û jinan bû. Lê êdî tehemula jinan nemaye. Jinan êdî di sedsala 21’ê de dixwest şoreşê pêk bînin ku ji dîrokê heta îro têkoşîna jinan rê nîşan dide.”   ‘Jinên Îranê şiyar dibin’   Denîz Derya bi lêv kir ku desthilatdariya serdest her tim zextan li ser jinan pêk tîne û jin êdî li dijî vê têdikoşin û wiha anî ziman: “Em êdî ji bo welatê xwe têkoşîna demokratîkbûnê didin. Li dijî zextan jinên Îranê têkoşîn meşandin û didomînin. Jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ rabûn ser piyan. Jinên Îranê şiyar bûne. Têkoşîna xwe mezin dikin.”   ‘Dixwazin jinan qetil bikin’   Denîz Derya di berdewamiyê de wiha vegot: “Jinên ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî têdikoşin û kampanya dimeşînin hêzê didin me. 9 sale Zeynep Celaliyan girtî ye. Dixwazin şexsê wan de ‘jin jiyan azadiyê’ tune bikin. Dewlta Îranê dixwaze bi girtin, destdirêjî û qetilkirinê şoreşê biqedînin. Jinên bi felsefeya Birêz Ocalan têkoşîna xwe didin tevî her tiştî dest ji têkoşînê bernedan.Jin bi paradîgma Birêz ocalan xwe rêxistin dikin û li cîhanê belav dibin.Li Îranê dixwazin jinên xwedî li vê felsefeyê derdikevin, qetil bikin. Me pêngava ‘ji darvekirinan re na ji jiyanê re erê’ da destpêkirin. Her çar alî Kurdistanê piştgiriyê didin vê gavê. Ev ji bom e girînge. Ji bo Îranê yekane rê heye. Xwe demorkatîk neke wê mahkumê hilweşînê be. Panzehra vê pêvajoyê konfederalîzma demokratîke. Divê jin ji bo vê gavê bavêjin.”