Ji heyeta DEM Partî ya Îmraliyê der barê hevdîtinê de daxuyanî 2025-05-18 20:48:22       NAVENDA NÛÇEYAN-Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ku îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, der barê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî da.   Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol ji bo dîtinê çûbûn Îmralî. Heyetê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da.   Daxuyanî wiha ye:   “Ji bo cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re neaxivîm, di dilê min de ma. Bîranîneke wî ya bi nirx heye. Divê bê jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê keseke zana bû. Emê valatiya wî nedin hîskirin.   Li ser hiqûqa wekheviyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.Tişta em dikin guherîneke mezin a pradîgmayê ye.   Cewherê têkiliyên Kurt-Tirk cuda ye, ya tê xirakirin têkiliyên wekheviyê  ye.   Xwişk-bira şer dikin, lê yek bê ya di nabe. Ew xefik û mayînên ku vê tikiliyê xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin.   Bi rêya şandeya xwe, peyam û hêviyên piştevaniyê yên ji bo min û girêdayî pêvajoya aştî û biratiyê dîsa nameyên rewşenbîran şandî di kesayeta Alain Badoou û Slavoj Zixek de spasiyên xwe pêşkêş dikim. Emê bi xebatên hevpar ên enternasyonalîst û sosyalîst hev bibînin.   18’ê Gulana 2025”